Senatoyê yasaya Venezuelayê red kir: Trump dikare êrişî Venezuelayê bike
Hewlêr (Rûdaw) - Senatoya Amerîkayê pêşnûmeyasayeke girîng red kir. Pêşnûmeyasayê dê desthilata Serok Donald Trump a ji bo êrişkirina ser Venezuelayê sînordar bikira.
Bi redkirina wê pêşnûmeyasayê re bêyî pejirandina Kongreyê rê li ber operasyoneke leşkerî vebû.
Li gorî rojnameya The Wall Street Journal (WSJ), pêşnûmeyasa bi ferqeke kêm hat redkirin. Di dengdanê de 51 senatoran gotin "na" û 49 senatoran jî gotin "erê."
Partiya Demokrat piştgirî da pêşnûmeyasayê. Her wiha du Senatorên Komarî yên bibandor, Rand Paul û Lisa Murkowski jî piştgirî dan wê pêşnûmeyasayê.
Her wiha tevî vê piştgiriyê jî pêşnûmeyasa nehat pesendkirin.
Senatorê Demokrat Tim Kaine li ser mijarê axivî. Kaine got, "Mesele ne êrişkirina li keştiyan e. Mesele ew e ku Serok îhtimala êrişeke bejahî ya li ser neteweyeke serwer nîqaş dike."
Senatorê Komarî Lindsey Graham jî piştgirî da Trump. Graham got, "Venezuelaya di bin destê Maduro de gefeke hebûnê ye.
Ez bawer im Serok Trump xwedî her cure hêzê ye ku bixwaze vê yekê rawestîne."
Ev dengdan di demekê de hat kirin ku artêşa Amerîkayê jixwe li herêmê çalak e.
Artêşa Amerîkayê li beravên Karayîb û Amerîkaya Latîn li dijî keştiyên "qaçaxçiyên madeyên hişber" operasyonan pêk tîne.
Operasyonên Artêşa Amerîkayê
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Şer Pete Hegseth derbarê operasyonan de agahî da Kongreyê û ev agahdarkirin 6ê Çiriya Paşîn 2025an pêk hat.
Piştî agahdarkirinê endamên Komarî bêdeng man lê Demokratan derbarê hincetên yasayî yên operasyonan de pirs kirin û xwestin zêdetir agahiyan wergirin.
Di operasyonên du mehên dawî de encamên giran derketin holê. Di 16 êrişan de 66 kes hatine kuştin.