Heather Nauert dibe balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê dibe balyoza nû ya wî welatî li Netewên Yekgirtî û cihê Nikki Haley digire ku biryar e di dawiya îsal de dest ji posta xwe berde.

 

Medyayên Amerîkayê belav kirine, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye, ku berdevka wezareta derve ya wî welatî Heather Nauert weke blayozê Amerîka li Netewên Yekgirtî destnîşan bike.

 

Li gorî zanyariyên medyayên amerîkî, Trump biryar xwe daye û dê îro Înê ev biryar were ragihandin.

 

Heather Nauert pêştir bêjer û pêşkêşkara kanala televîzyona FOX News amerîkî bû, û piştî ku Donald Trump weke serokê Amerîkayê hate hilbijartin, di rêveberiya nû ya koşka Sipî de weke berdevka wezareta derve ya wî welatî hatibû erkdarkirin.