Erdhejeke bi hêza 7 pileyan Alaska hejand
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê erdhejeke bi hêza 7 pileyan rû da.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê herêma Yakutatê ya Alaskayê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya nêzîkî 10 kîlometreyan de hatiye tomarkirin û piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehatiye dayîn.
USGSê da zanîn ku li heman herêmê di nava saetekê de 3 erdhejên din çêbûne ku hêza duduyan ji wan 4,7 û hêza ya din jî 4,1 pile bûye.
Heta niha derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de ti agahî nehatine parvekirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku li herêma erdhejê nifûs gelekî kêm e.