Li ber baregeha polîsan otomobîlek teqiya: 5 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Michoacanê ya li rojavayê Meksîkayê ji ber teqîna otomobîlekê 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên Meksîkayê, li Cadeya Ignacio Lopez Rayonê ya bajarokê Coahuayanayê yê eyaleta Michoacanê li ber baregeha polîsan, ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn wesayîtek teqiya.
Hat ragihandin ku di teqînê de 2 kesên di nav wesayîtê de û 3 polîs mirine.
Her wiha 4 kes jî birîndar bûne ku rewşa hinekan ji wan giran e.
Rayedarên polîsan diyar kir ku ji bo zelalkirina wê yekê ka di wesayîtê de teqemenî hebûye yan na lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Li gorî nirxandinên destpêkê, îhtimal heye ku madeyên kîmyayî li wesayîtê barkirî bûbin.