Turmp: Ez li benda Serokwezîra Birîtanya me

08-01-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew dixwaze Serokwezîra Birîtanyayê Theresa May bibîne û bo wê yekê jî bi sebr ve li hêviya hevdîtina bi wê re ye.

 

Îro yekşemî Serokê Hilbijartî yê Amerîka Donald Trump  li ser rûpela xwe  ya Twitterê aşkere kir, ku ew li benda serdana Serokwezîra Birîtanya Theresa May bo Amerîkayê ye.

 

Donald Turmp di twittekê de nivîsand, ku ew vê biharê bi sebreke mezin li hêviya wê yekê ye, ku hevdîtinê bi Serokwezîra Birîtanya Theresa May re bike.

 

Trump got: "Ez bi sebreke mezin li hêviyê me, vê buharê  li Waşingtonê pêşwaziya Serokwezîra Birîtanya Theresa May bikim, ji ber ku Birîtanya ji bo Amerîkayê hevalbendeke taybet e."

 

Li ser heman pirsê, roja Înê, çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Birîtanya eşkere kir ku Serokwezîra Birîtanya Theresa May dê serdana Amerîkayê bike û hevdîtinê  ligel serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump pêk bîne, bêyî ku roja serdana wê eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst