Biden, McGurk wek Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, Brett McGurk bi fermî wek Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Encûmena Asayişa Niştimanî diyar kir.

Brett McGurk, Şandiyê Berê yê Serokê Amerîkayê bû di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku di serdema Barack Obama de bo wî postî hatibû diyarkirin û heyamekê li îdareya Donald Trump li ser hamn erk ma. McGurk piştî biryara Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden dûbare vedigere Koşka Spî.

Brett MacGurk 31ê Berfenbara 2018an, dema Trump biryara vekişandina hêzên li Rojavayê Kurdistanê da, nerazîbûn li hember wê biryarê nîşan da û dest ji kar kişand.

Karê sereke yê Encûmena Asayişa Niştimanî pêşkêşkirina alîkarî û şîretan e bo Serokê Amerîkayê derbarê asayişa niştimanî û siyaseta derve. Hevdem rêkxistina wan siyasetan e di nav saziyên hikûmî de.

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden derbarê karûbarên Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê de got, “roleke girîng dibînin di parastin seqamgirî û asayişa welatê me.”

McGurk 20ê Avrêla 1973an li Pensilvaniaya Amerîkayê ji dayîk bû. Piştî serhildana DAIŞê li Iraq û Sûriyê, wek Nûnerê Serokî Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku nêzikî 70 welat bûn, dest bi kar kir.

Bret McGurk dostayetî û naskirineke nêzîk li gel Kurdan, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê heye. McGurk çend caran serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Di heyama şerê dijî DAIŞê de berdewam li gel berpirsên Herêma Kurdistan û Iraqê civîn encam didan û di peywendiyê de bû.