Ortodoksên Gurcistanê jidayîkbûna Îsa Mesîh pîroz kirin

Tîflîs (Rûdaw) - Li Tîflîsê paytexta Gurcistanê, xirîstiyanên ortodoks cejna jidayîkbûna Îsa Mesîh pîroz kirin.

Di şeva ji 6-ê bo 7ê Çilê li Tîflîsê paytext, di Katedrala Tesmîma Pîroz de wekîlê Patrîkê tevaya Gurcistanê Katalîkos Lliya Duyemîn rêûresma ayînî yê cejnê li dar dixe.

Piraniya Gurciyan, xirîstiyanên ortodoks in. Lemwa jî pîrozkirina  jidayîkbûna Îsa Mesîh li tevaya Gurcistanê 14 roj piştî pîrozkirina Katolîkan tê lidarxistin.

Bawermendê Gurcî Kaxa Maxaradze got "Mixabin, derfet her tim çênabe ku em zû bi zû weke pêwîst serdana dêran bikin. Rojeke weha de daxwaza me tenê ew e ku nêzî Xwedê bin, nêzî baweriyê bin. Em bi vê niyazê hatine kenîseyê. Bê guman, îro yek ji cejnên herî giring e ji bo hemû bawrmendên ortodoksî. Îro roja şabûn û bexteweri ye. Ruhê mirov şa dibe."

Sibeha 7ê Çileyê, rêûresma ayînî vedigere li meşeke mîna karnavalê.

Li Gurcistanê ji vê bûyerê re "Alilo" tê gotin ku ji peyva "Halêluyah", ango pesndana Xwedê çêbûye.

Vaxtang Marcanîşvîlî dibêje "Ev roj ji bo me Gurciyên ortodoks rojeke şabûnê ye. Lewma em bi kinc û bergên xwe yên neteweyi derketine vê meydanê û ta kenîseyê dimeşin. Ez tevaya cihana mesîhiyên ortodoks pîroz dikim.

Qutabiya dibistana zarokên bêkes Stepanî diyar kir "Em hemû gelek dilxweş in. Di vê rojê de em alîkariyê ji bo zarokên bêkes kom dikin û şahiyan dikin. Bila tevaya cihan bibîne ka em di vê rojê de çiqas dilxweş in."

Weke nêrît tevahiya şêniyên Tîflîsê beşdarî vê karnavalê dikin. Gurcî bi cil û bergên spehî û kostumên cihêreng derdikevin kolanan, stranan dibêjin, direqisin, amûrên muzîkê lêdixin.

Karnavala Alîlo heta dawiya rojê dewam dike.