Televîzyona bê kablo hat pêşandan

Hewlêr (Rdûaw) - Di pêşangeha elektironîk ya Las Vegasê ya 2023an de Kompanya Displaced a Amerîkî televîzyonek pêşandaye ku bi batariyê kar dike û pêwîstiya xwe bi kabloyê nîne û kalîteya xwe jî 4K ye.

Mirov dikare vê televîzyonê bi keyfa xwe tevgerê pê bike û pêwîstiya xwe bi pilak û elektirîkê tune ye.

Şarezayê teknolojiyê A.J. Kirsch dibêje “Tû dikarî vê televîzyonê bi hemû şêweyî hilawêsî wek camxane û û dîwar. Piraniya ceribandinan me li ser dîwar kiriye û serkeftî bûne.”

Yek ji armancên kompanyayê di çêkirina vê televîzyonê de ew e ku kişandina kablo di nav malan de nehêle. Mirov dikare batariya wê şarj jî bike.

Kirsch got jî “Ev televizyona tê veguhestin e. Ev yekemîn televizyon a cîhanê ye ku bê kablo kar dike. Ne kabloya wê heye û ne cihinekî xwe heye bo amûreke din bi kablo pêve were girêdan. Batariya wê heye bi batariyê kar dike.”

Li gorî markêta cîhanî ya televîzyonan, nêzîka 1.7 milyon televizyon li cîhanê hene, tê wateya wê yekê ku wan televîzyonan pêwîstiya xwe bi 1.7 milyon kablo heye. Kompanya Displaced di wê baweriyê de ye, ji derveyî sodên din yên vê televîzyonê, sûda wê ya sereke jî pêwîstiya xwe bi kabloyan tuneye û batariya xwe jî têra nêzîka pênc salan dike.