Pisporên rojavayî xalên herî lawaz û bihêz ên Kurdan destnîşan kirin
Tora Medyayî ya Rûdawê bi hejmarek berpirs û kesayetên mezin ên navdewletî û Amerîkayê re dîbeytek encam daye û di vê dîbeytê de têkildarî rewşa Kurd û Kurdistanê bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pirs ji mêvanên bernameyê pirsîne.
Dîbeyet piştî semînara Dadperwerî Bo Kurdan ku li zanîngeha Yale ya li eyaleta Kentakî ya Amerîkayê hatibû lidarxistin, û ji aliyê peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li New Yorkê Mecîs Nizamedîn Gilî ve hatiye encamdan.
Di dîbeytê de, Serokê berê yê CIA David Petraeus, Şanderê berê yê Netewên Yekgirtî bo karûbarên Sûriyê Staphan de Mistura, milyardêrê amerîkî Thomas Kaplan û Rewşenbîrê Fransî yê dostê Kurd Bernard Hnery Levy beşdar bûn û rewşa niha û paşeroja Kurdan li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Gelek spas bo we hemûyan, em ji general Petrayos dest pê bikin, pirsa sereke ya piraniya Kurdan ew e, piştî nîvvekişîna Amerîkayê û rêdan bi Tirkiyê ku êriş bike ser Kurdên Sûriyê, Kurd li Iraqê dipirsin, ‘gelo heman tişt dê bi serê me jî bê’? bi taybetî ku em hîn bûne bi biryarên ji nişka ve yên vê rêveberiyê. Li gor azmûna dirêj û têgihiştina we li sîstema netewî ya Amerîkayê di wî warî de, ku gelo Kurdên Iraqê jî tûşî heman çarenivîsê dibin?
David Petraeus: Bi ya min, nexêr! Destpêkê şanazî ye ku li gel Stefan û Tomas û Bernard di vê bernamê de beşdar im.
Di dawiyê de Kurdan dost heye jibilî çiyayan. Dema ku di Nîsana 2003an de li gel hêzên Amerîkayê destpêkê çûme bakurê Iraqê, min serdana Hewlêr, Silêman û Duhokê kir. Çendîn car ji min re hat gotin, ‘general pêwîste ji wê têbigihijî ku me Kurdan tenê ev çiya hene ku li derdora me ne’ Min jî got, ‘nexêr, wiha nîne, Amerîkî dostê we ne, xwîna me li gel hev rijiyaye. Çi wê demê û çi çendîn carên din li 20 salên derbasbûyî.
Bi ya min Amerîkî pişta Kurdan digirin, ne tenê li Iraqê, bi baweriya min li bakur rojhilatê Sûriyê jî.
Birêz De Mistura weke şanderê Netewên Yekgirtî, we azmûneke zêde li Sûriyê heye, pirsa sereke ya Kurdên Sûriyê ciyawaz e, ew di rewşeke dijwartir de ne bi taybetî niha ku navçeyeke kêmtir di dest de maye. Pirsa wan ew e, ‘Gelo em baweriyê bi kê bînin? Pêngava me ya dahatûyê çi be? Gelo em vegerin jêr desthilata Esed? An jî her pişt bi Amerîkiyan girê bidin? An jş bi yekcarî biçin li gel Rûsan biaxivin û bizanin ka e çi dixwazin?’
Steffan de Mistura: Bihêztirîn xasiyet ku min di maweyê karkirina xwe de di Kurdan de dît; azayetî. Duyem; rijdbûn li ser rêzgirtin li çand û ayînan. Herwiha otonomiya xwe dixwazin, li her ciekî ku bo bê kirin. Lawaztirîn xasiyeta Kurdan jî nebûna stratejiyê ye. Dixwazim Kurdan bibînim ku vê carê stratejiyê bikar bînin. Di jîngeha niha ya Sûriyê de, weke ku general Petraeusdi konferansekê de amaje pê kir (ez dê gotinên te vebêjim), her rewşê pişt bi helwesta Amerîkiyan girê dide. Hikûmeta Amerîkayê wisa derdikeve ku bibêje hêzên wê bo maweyekî din li Sûriyê dimînin. Weke ez têdigihijim, sedem jî; dibêjin petrol e. Dixwazim bawerî bi wê bînim ku sedemeke din li pişt mana wan e. Herwiha ew sedem heta kengî dimînin? Bi pişt girêdan bi vê; eger ez Kurd bûma û li wir bûma, wê demê bi dilniyayî min dê hêvî bikira ku Amerîkî bimînin an jî alîkar bin di tiştekî de ku dibe ji aliyê we ve ecêb be; lêbelê di demên derbasbûyî de min dîtiye ku tiştên wisa rû dane. Ev jî; Amerîkî li gel Rûsan kar bikin bo razîkirina hikûmeta Sûriyê û Serok Esed ku bi rêzdarî miamele li gel Kurdên Sûriyê bê kirin, girîngî pê bê dayîn, li gel rêjeyek ji otonomiyê.
An jî Amerîkî bo maweyekî dirêjtir bimînin, an jî karîgeriya xwe bikar bînin, li gel hev, Rûsan bo razîkirina hikûmeta Sûriyê bo ku rêz li Kurdan bigire û otonomiya wan bidê. Jibilî vê jî wan biparêze.
Li vir xaleke din heye ku paşguhkirina wê xelet e. Ev jî asta kêmzanîna hesta paranoya û nîgeraniya Tirkiyê ye, ku heta radeyekê şerîî ye, derbarê asayişa xwe. Lêbelê dikare ev jî dê çareserkirin. Ji ber ku wê demê hem Rûsya û hem Amerîka li gel hev garantî didin ku ne kes dest li Kurdan dide û ne Kurd dest didin ti kesî, taybetî jî eger hinek ji wan bixwazin wê paranoyê birûjînin. Dibe ku ev destekevtek bo herdu aliyan, lêbelê niha bi encam nebûye. Alternatîv ew e ku Amerîkî pabend bin bi gotinên xwe, guhertinê ji nişka ve tê de nekin.
Birêz Kaplan li gor têgihîştina te bo dîrokê û herwiha peywendiyên te yên berfireh ku li navçeyê te heye, tu di vê baweriyê de yî ku Kurd bikaribe pişta xwe bi welatên rojavayî girêbide, ne piştgirêdana ji bo bidestxistina mafan lê belê ji bo xweparastina ji dubarebûna cenosayd û komkujiyan ku pêştir bi serê wan de hatine, gelo Kurd dikarin pişta xwe bi welatên rojavayî girêbidin?
Thomas Kaplan: Bi nerîna min herî dawî pêwîst e Kurd pişta xwe bi xwe girêbidin. Pêwîstiya Kurdan niha bi du tiştan hene, yekem pêwîst e di navbera Rojava û Kurdistanê de hevahengiyeke zêdetir hebe. Di vê baweriyê de me niha demeke guncaw e, ji bo ku herdu alî kêmekê bibexşînin û vê derfetê bibînin ji bo hemahengiyeke bêtir. Ev diçe xaneya hebûna stratejîk. Pêwsît e Kurd bikarin stratejiya wan hebe, daku bikarin ji ber wê rewşê li ber xwe bidin, çimku li navçeyeke tejî alozî dijîn. Tevî ku ew mezintirîn grûp in li cîhanê ku ji mafên xwe hatine bêparkirin, renge di nava hemû wan grûpên li cîhanê de ku hez dikin dewleta wan hebe, Kurd bi rastî hêjayê wê yekê bin ku bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe. Zêdebarî vê yekê, pêwîst e em vê rastiyê qebûl bikin ku ew bi ser çar dewletên gelek aloz de hatine perçekirin. Ez wek xwe, hez dikim hevahnegiyeke zêdetir bibînim di navbera Kurdên her çar dewletan de. Ev hêviya min e. Bi baweriya min niha dema vê ye. Niha serdemeke di dîrokê de ku bi twittekê yan peywendiyeke telefonî dibe ku bikeve nav aloziyan.Nabe em wiha bifirikin ku rewşa niha dê wek xwe bimîne. Herwiha bi baweriya min, nêzîkbûna Kurdan ji hev, rê dide wan ku bi hev re li ser wan bûyeran kar bikin ku bi tevahî li derveyî kontrola wan in an rola wan di çêbûna wan bûyeran de nîne. Ev yek Kurdan dixe pêgeheke wiha ku şiyana wan hebe ji bo azadiya xwe jîngeheke baştir çêbikin.
Mebest ji azadî bidestxistina serxwebûn e, lê belê guhertina sînoran li Rojhilata Navîn ji serdema şerê cîhanî yê yekem ve pir zehmet e.
Ez ewqas dûr naçim, eger ji min bipirsî gelo Kurdistana serbixwe dibe hêzek bo seqamgîriya li Rojhilata Navîn, tekez ez dê bibêjim Erê.
Mebesta min ji van axavtinan, ev nîne ku xelkê han bidim karên metirsîdar bikin. Tevî ku em di serdemeke gelek hestiyar de dijîn. Ji bilî bûyerên plankirî, çend senariyu hene ku dikarim wan pêşbînî bikim li Sûriyê, Iraq û Îranê, ku ti têkiliya wan bi Kurdan nîne, ku wiha dikin Kurd û hevbeşên wê, navçeyê tûşî egerên gelek cuda bikin ku renge ew hemû bijardeyên baş nebin, lê renge hinek ji wan ji yên din baştir bin. Ez di vê baweriyê de me, eger stratejiyeke guncaw hebe, dê baştir amade bin li hember wan bûyerên ku dibe di şer û rojekê de çêbibin, bêyî ti agahdariyeke pêşwext.
Demek berî niha tu li Sûriyê bûyî û pêştir jî çend caran tu li meydanên şer bi Kurdan re bûyî li Iraqê, di wê baweriyê de yî ku Kurd li Sûriyê û Iraqê pêngavan ber bi rewşeke seqamgîr a demdirêj ve dihavêjin?
Bernard Henri-Levy: Berî her tiştî hez dikim bi têbîniyeke geşbîn dest pê bikim. Îşev tiştekî gelek giring çê bû. Me li mezintirîn generalê serbazî yê welatên rojavayî girt ku ew jî David Petraus e. Behsa Pakistan, Efxanistan, cîhana erebî û jeostratejî kir, me ev semînar bi dirûşma Dadmendî bo Kurdan saz kir. Îro Kurd û nave Kurd bû sîwanek ku li jêr vê sîwanê mijarên herî germ ên derbarê jeopolîtîkê hatin behskirin. Ev tiştekî giring e, ev xewna min e, dizanin ez çima van gotinan dikim? Xewna min û xewna hevkarê min Thomas Kaplan , ev e ku rojek ji rojan, berî ku dawî li jiyana min bihê, ez bîbinim ku li Hewlêrê yan li Qamişloyê, bila em bêjin Hewlêr, konferanseke mezin a asayişê were lidarxistin, bo gotûbêjkirina li ser wan mijaran; Îslama radîkal, pirsa koçberiyê, pirsa hemwelatîbûnê û çendîn babetên cur bi cor ên din. Xewna min ev e ku vê konferansê li paytextekê Kurdî bibînim. Renge ev xewn be, lê belê îro li vir tiştek çêbû ku dibe pêl bihavêje bo bidestxistina wê xewnê. Ev xalek ji bo geşbîniyê bû. Xaleke din a reşbîniyê heye ku dixwazim behsa wê bikim.Heval û hevkarên min gotin, ya ku bi serê Kurdên Sûriyê hat, dibe ku bi serê Kurdên Iraqê de jî bihê. Lê belê ez dibêjim, hevalno ev yek pêştir qewimiye. Îlona 2017 li bîra we ye gelo? Êrîşa li ser Kerkûkê li bîra we ye? Şerê Pirdê (Altun Kuprî) li bîra we ye? Çend femandarên Pêşmerge pêşî li êrîşa milîsên Şîe girt ku bi piştgiriya Îranê bi tankên Abramaz hatibûn. Mixabin cîhana rojava tiliyeke xwe jî nelivand. Wate bi rastî beşa herî nexweş a vê dîrokê ev e, ya çend meh berî niha li Sûriyê çê bû, du sal berî niha li Kurdistana Iraqê qewimîbû. Wate ew qurbîbûna xelkê Kurd li hember wan hemû trajediyên dîrokî û pênezanîna cîhanê datayeke dîrokî ye. Niha em dikarin çi bikin? Kê hevpeymanê we ne? Kî ne hevpeymanên Kurdan? Em jin û zilamên niyetpak, di postên bilind ên îdarî de, di nava raya giştî ya rojava de, ne tenê li welatên rojavayî. Çend roj berî niha ku hêj kes derbarê vê yekê de nizane, ez li paytexteke erebî bûm. Li Riyazê bûm ji bo gotûbêjkirina Doza Kurd. Navnîşana semînara min ev bû; Gelo Kurdan ji bilî çiyayan ti dostên din hene? Min li berdem hejmarek kesayetên pilebilind ên Siûdiyê qise kir, ku ji nêzîk ve agahdarî mijarê nebûn. Min ji wan re çi got? Pêwîst e Kurd bibin şêwirmend, şêwirmendê her kesekê ku li cîhana îslamî û erebî dixwaze di rêya dijwar a rûbirûbûna îslama radîkal de ber bi pêş ve biçe û hizra îslama modern û secular û nerm li hember jinan qebûl bike. Her kesek ku li cîhana erebî armanceke wiha hebe û dixwaze wê çaksaziya fikrî û exlaqî ya îslamê qebûl bike, pêwîst e wek stêrka rênîşander sûdê ji ezmûna xelkê Kurd werbigire. Wate em dipirsin dostên Kurdan kî ne? Xelkê welatên rojava, jin û zilamên niyetpak ên welatên rojavayî, bi heman awayî li cîhana erebî û îslamî jî. Pêwîst e hevpeymaniyeke mezin di navbera wan du hêzan de bihê avakirin ji bo parastin û berevanîkirina li Kurdan. Ev yek ji armancên rasteqîn ên Thomas Kaplan û ez li pişt damezrandina dadmendiyê me bo Kurdan.
General Petraeus, tu di vê baweriyê de yî ku erkekî exlaqî li ser milê we hebe ji bo parastina Kurdan û pêşxistina pirsên Rojhilata Navîn?
David Petraeus: Belê bwerim ku erkekî exlaqî ye. Bi nerîna min bi dirêjiya wan salan me ew erk pêk aniye. Bila ji bîra me neçe ku kê bi rastî Kurd parastin, ji sala 1991an ve heta rûxandina rejîma Sedam û azadkirina navçeyên din ên Iraqê, çimku wê demê jî herêma Kurdî rewşa wê baş bû. Ez wek fermandarekî genc ku tenê du stêr li ser milên min bûn, li Mûsilê bûm. Ez berpirsê navçeyên Kurdî bûm, ku bi rastî pêwîstî bi karekî zêde nedikir, me hevahengiya emnî û serbazî hebû. Ew erk zêdetir ji deh sal berî niha hat endamdan. Bi baweriya min salên paşê jî her berdewam bûye, dibe ku demên wiha hebin ku ew erk di asteke biçûk de hatibe encamdan, wek nedanîna navçeya dijefirnî li bakurê Sûriyê, ne tenê ji bo parastina Kurdên Sûriyê, lê belê ji bo sunniyên Sûriyê û pêkhateyên din jî ku Beşar Esed serederiyeke hovane li gel wan kiriye. Ji bîra me neçe ku pêncsed hezar Sûrî hatine kuşti, nîvê nîştecihên Sûriyê hatine awarekirin û nîvê wê hejmarê jî li derveyî welat dijîn. Bi baweriya min vê yekê rehendeke mirovî heye. Lê belê rastî ev e ku wek di konferansê de jî min behsa wê kir, mijar hemû vedigere bo siyaseta pragmatîkî, wek mînak berjewendiyên emnî yên Çînê bo hemwelatiyên Amerîka û hevpeymanên me li Ewropayê. Bi baweriya min ji bilî rendena exlawî, dibe ku kêyseke bibandor were çêkirin ku pêwîst e em bi berdewamî pabend bin, ne tenê li vê navçeyê, lê belê li navçeyên din ên Rojhilata Navîn jî. Lê belê pêwîsr e ew amadebûna me berdewam be, pîvana berdewamiyê jî danna saman û xwînê ye. Wate bexşîna rihê serbazan û xerckirina pereyê welatê me. Di vê baweriyê de me, ku nirxê vî karî gelek giran nîne, gelek jî giring e. Lê belê berî vî karî pêwîst e em cemawerê Amerîkayê razî bikin, ku rijd in li ser wê yekê ku dawiya şerên bêdawî bibînin. Di rastiyê de ti kes bi qasî kesên ku beşdarî di şer de kirine, bidawîjatina wan şeran naxwazin. Pêwîst e nîqaşeke qayilker hebe derbarê armancên konkirêtî yên têkildarî rewşa ewehiyê û babetên din. Nexasime weke ku te amaje pê kir, dibe ku amaje bi aliyê mirovî jî bihê kirin ku me nav lê kiriye pabendiya exlaqî, ku bi baweriya min em berdewam in li ser wê pabendiya xwe ya li hember xelkê navçeyê, tevî Kurdên Iraqê û yên Sûriyê jî.
Du pêşhatên nû çêbûne, behsa belavkirina sîstema berevanî ya Patriot li Herêma Kurdistanê tê kirin, Wezareta Berevaniyê dibêje, ji bo parastina hêzên Amerîkayê ji egera êrîşa Îranê ye? Herwiha civîna dualî ya navbera Nêçîrvan Barzanî û serok Donald Trump, gelo hûn wan herdu pêşhatan wek pabendbûna rêveberiya Donald Trump dibînin bo parastina Herêma Kurdistanê, yan ew pêngav bi tevahî hesabên rêveberiya Donald Trump in ji bo rûbirûbûna Îran li Iraqê?
David Petraeus: Eger bi awayekê diyarkirî em behsa sîstema Patriot a dijemûşekên balistîk û dijefiroke bikin, ew system bo parastina hêza serbazî ye. Astengî ew e ku hejmareke diyarkirî ya sîstema Patriotê li cîhanê heye, me hejmareke mezin ji serbazên xwe ji Rojhilata Navîn vekişandiye, niha em mijûlin û vedigerînin wê derê. Me bi dehan hezar serbazên Amerîkayê vegerandine navçeyê, bi taybet bo welatên Kendavê. Pirsyar ev e, gelo em sîstema Patriot li wan welatan danin bo parastina serbazên xwe, di demekê de ku li gelek cihên din ên cîhanê, pêwîstiya me bi sîstema Patriotê heye bo parastina serbazên xwe, wek mînak li nîvgirava Koreya. Lê belê nabe ev bibe pîvan, ya ji vê giringtir ew e ku gelo hêzên me yên serbazî, bi taybet hêza operasyonên taybet û bi diyarkirî jî hêza rûbirûbûna terorê, ku bi rêya bikaranîna wê teknolojiyayê hatiye bihêztirkirin, ku giringiya xwe selimandiye ji bo bihêzkirina şiyana hêzên Iraqî û Pêşmerge û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Ji bo ku em Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk bibin û xelafeta wê ji nav bibin. Bila em vê jî bizanin, ku hêj bîst heta sîh hezar çekdarên Dewleta Îslamî wek şaneyên razayî li navçeyê mane. Bi baweriya min pira rateqîn derbarê bikaranîna vê teknolojiyayê ji bo wê yekê ye, ne bikaranîna wê wek sîstema berevaniya li dijî êrîşeke mûşekî, wek êrîşa mûşekî ya Îranê.
Li ser asta dîplomasiyê, curek nêzîkbûneke rêveberiya Donald Trump bi taybet li gel Kurdên Iraqê heye, Cîgirê Serokê Amerîkayê serdana Hewlêrêm kir bêyî ku serdana Bexdayê bike û civîneke dualî di navbera serok Trump û Serokê Herêma Kurdistanê de hat encamdan, tu hest dikî ku Kurd zêdetir ji asta pêwîst derbarê wan pêngavan de geşbînin bin? Yan ew guhertineke di siyaseta wê rêveberiyê de?
Stephan de Mistura: Bi dirêjahiya salan min dîtiye ku Kurd bi çi awayî girin dibin, dema ku sûda wan heye bo ewlehiya welatên rojavayî. Ev sifeteke mirovane û siyaseteke pragmatîk e. Bihêztirîn argument, argumenta general Petraeus bû di dema konferansê de, baştirîn stratejî bo Kurd ew e ku li bîra wan be ku hêj 22 hezar çekdarên DAIŞê li navçeyê mane. Metirsiya wan bo Amerîkayê heye, ya rast pêwendiya wan bi wan kesan heye ku êrîşa 11ê Septemberê encam dan. Metirsiya wan li ser hemû paytext û bajaran heye, wek Parîs, London, Moskow, Budapest, Montreal, Qubec û hemû cihên din, ew kes metirsîdar in.Ew kesên ku di meydanên şer de herî zêde bandora wan hebûn, hêza meydanî ne esmanî, temaşeyê hejmara qurbanîdana wan bike, hêzên Kurdî bûn. Di rewşekê de ku eger rewşa Sûriyê biguhere, Amerîka hêzên xwe dê bibe kuderê? Bo Iraqê. Li Iraqê baştriîn cih bo hêzên Amerîkayê kudere? Bakurê Iraqê, ew cihê ku Kurd lê hene. Ji bo pêwîstiyên locestîk û hemû rêkarên din dive biçin Hewlêrê. Belê di siyasetê de exlaq giring e, lê belê gelek mixabin ku dibêjim, hinek caran siyaset gelek giringiyê nade exlaq. Xwezî wisa nebûya. Lewma jî rêxistinên civaka sivîl ewqas giring in, wek ew karê ku hûn dikin. Lê belê hemû siyaseta real e. Xala giring, pêwîst e hûn Kurd berdewam bêjin em di dema niha de baştirîn in ji bo ku garantiyê bidin we, ji Rûsyayê re bêjin ku el-Qaîdeyê naxwaze, herwiha welatên erebî el-Qaîdeyê naxwazin. Ji welatên rojavayî re bêjin ku hûn wan di parêzin ji wan rêxistinan. Çend Kurd ji bo wê yekê mirine? 12 hezar? 14 hezar?
David Petraeus: Rê bide ez tiştekî bibêjim… Eger Dewleta Îslamî bi tevahî jî ji nav çûbe, ku wiha naxuye, lê belê eger hejmara çekdarên wê bi awayekê berçav jî kêm bibe, bi heman şêwe ya me li hember el-Qaîdeyê kir, wê dema ez û Stephan me li Bexdayê bi hev re kar dikir, hêj pêwîst bû hêzên me li wê derê bimînin. Wê demê min nîqaş li gel Nûrî Malikî kir, li ser wê yekê ku pêwîst e berdewam bin li ser çavdêrîkirina el-Qaîdeyê li Iraqê. Min got lawaz bûye lê belê dawî lê nehatiye. Bêguman paşê wê rêxistinê karî xwe rêkûpêk bike û di cildê DAIŞê de derkeve û biçe Sûriyê, li wê derê gelek çekdar û çek û teqemenî û xelk û pere û otomobîl kom kirin û vegeriya Iraqê. Li bakurê Iraqê û beşeke mezin ji parêzgeha Enbarê hêzên ewlehî yên Iraqê têk bir. Wate xala giring çavdêrîkirina paşmayiyên DAIŞê ye. Serkevtin ew bû ku DAIŞ nêzîkî jinavçûnê bû, lê belê hêj dive çavdêriya li ser bimîne, baştir e bi hevbeşî li gel wan hêzan kar were kirin ku bibandortirînin. Ew jî Pêşmerge û eger em dadperwer bin, hêzên taybet ên Iraqê ne, di nava wan de hêza dijeterora Iraqê. Herwiha çend hêzên din ên operasyonên taybet li Iraqê ku di şerê dijî DAIŞê de karên baş kirin, çi di destpêkê de û çi di operasyona dawiyê de.
Kurd tenê şerker nine, em neteweke mezin in û em dixwazin wek netewên din bi asayî bijîn, em naxwazin tenê amrazek bin bo welatên rojavayî. Pêwîstiya me bi piştgiriya raya giştî heye li vir ku bandora wê li ser berpirsan hebe. Gelo ew yek heye?
Thomas Kaplan: Ez bersiv bidim? Bi nerîna min ya ku me dît, piştî biryara destkirina Kurdan bi Tirkiyê, bilindtirîn dem bû di dîroka nû ya xelkê Kurd de. Dikarin ji we re bêjim, wê rojê ez li Waşingtonê bûm, min şîv li gel berpirsekî mezin xwar. Li gel çend kesan bûm. Dema ew berpirs hate ser maseyê, min jê re got, vê êvarê gelek tişt hene derbarê navçeyê de ku em behsa wan bikin. Lê belê naxwazim demeke zêde xusar bikim di êrîşkirina li ser de, ji ber ewa ku îro çêbû. Ji ber sedemeke pir sade. Ez bawer nakim ti kesek ku hişê wî hebe, edeba wî hebe, xwedî abirû be, yan rih li ber hebe, bikare piştgiriya wê biryarê bike. Lê birêz, ez wek serokê rêxistinekê li ser nave dadmendiya bo Kurdan, van gotinan ji re dibêjim. Hêvîdarim ev nexweştirîn roja jiyana te be. Çimku ev dibe xaleke şermezariyê bo abirûya welatê me, bi kêmanî bo nifşekê. Du rehendê wê hene, ya yekem ew sûdmenî ye ku Kurd nûneratiya wê dikin, bi her awayî be, wî berpirsê hemû ew tişt ji min re gotin ku min jê re gotin. Em hertim behsa wê yekê dikin ku hevpeyman rabin ser pêyan û erkan li gel me dabeş bikin, em jê re dibêjin dabeşkirina erkan. Wate ew zêdetir şerê meydanî bikin, rê bidin Amerîkayê, wan amrazan bikar bîne ku di ber destê wê de ne wek zilhêz. Berpirsatiyeke hevseng di navbera herdu aliyan de hebe û di aliyê qurbanîdanê de yeksan bin. Gelek caran me bihîstiye ku Kurdan 12 hezar kes di vî şerî de ji dest dane, renge zêdetir jî û 23 hezar kes ji wan birîndar bûne. Serkevtî bûn di kontrolkirina %30 ji axa Sûriyê de, di wê proseyê de, bi berçavgirtina hesabên Îranê, ber bi deryayê ve birêketin, ber bi Deryaya Sor û Deryaya Spî. Kurd hevpeymanên me bûn di vî şerî de, lê belê renge Amerîkayê di vî şerî de tenê 10 serbaz ji dest dabin. Eger ew mînakeke baş nine, eger ew mînaka dabeşkirina erkê nine, eger mînaka hebûna hevpeymaniyekê nîne bo Amerîkayê ku ne tenê qurbaniyê dide, belku di şer de serkevtî jî dibe, êdî nizanim ew çi ye. Lê ew tenê beşeke çîrokê ye. Siyaseta dewletekê, bi taybet eger dewleteke zilhêz be, nabe tenê li ser esasê berjewendiya hevbeş be, belku divê li ser esasê nirxên hevbeş be jî. Ew rastiya ku Kurdan karên wê serkevtina berçav di meydana şer de bidest bînin, di heman demê de karîn li wan navçeyên ku control kirin, civaka herî azad û dadmend ava bikin, ew nîşeke aşkere ye. Li her beşeke din a wê navçeyê ba, dê desthilata serbazî bihatiba ragihandin, ne azadî dibû û ne jî maf dibû. Ti rolek bi jinan nedihat dan, me toleransa olî nedidît. Ti yek ji wana pêknedihatin. Kurdan şer kirin û serkevtin, berî wan bûyeran jî ew rêxistin her hebû. Me ev rêxistin damezrand, çimku em xwe deyndar dibînin li hember xelkê Kurd, ji bilî wê em nirxên hevbeş hene, me berjewendiyên hevbeş jî hene, li ser esasê wan tiştan pêwîst e em bibin hevpeymanên demdirêj û hertimî.
Gelo di dîrokê de nirxên exlaqî û prensîpan roleke wan a sereke hebûye di peywendiyên navdewletî de?
Bernar Henry-Levy: Destpêkê rê bide ez bersiva pirsa te ya pêştir bidim. Derbarê asta piştgiriya cemaweriya li cîhanê bo Kurdan.
Dema min guh da pirsa te, tiştek hate bîra min. Dema min dest bi kişandina dîmenên fîlma xwe kir, fîlma Pêşmerge, li ser sînorê 1000 kîlometrî ya navbera DAIŞ û Kurd, di sala 2015 de. Şeş mehan li wê derê bûm. Dema min dest pê kir, bi kêmanî li Fransa, herwiha li Ewropa û li Amerîkayê jî xelkê bi tevahî nedizanî Pêşmerge çî ye? Bihêle ez jî îtirafekê bikim, heta ez bi xwe jî berî destpêkirina kişandina dîmenên fîlmê, berî komkirina stafa fîlmê, min têgihîştineke bi temamî zelal li ser Pêşmerge nebû. Min tenê wisa dizanî ku navekî hevbeş e bo şerkerên Sûriyê û Iraqê. Wate îro me rêyeke gelek dûr û dirêj derbas kiriye. Tu biçî her cihekê li Amerîka û Ewropayê, xelk dizanin Pêşmerge kê ye, dîroka Kurdan dizanin, li ser nirxên Kurdan şareza bûne. Astek û rêjeyek ji zanyariyan heye ku pêştir ti deman ew rêje ji zanyariyan derbarê Kurdan de nebû.
Derbarê nirxan de, bi nerîna min, ez hevnerînim li gel gotinên Thomas Kaplan ên di vê bareyê de, bo zilhêzên mezin, bo welatên demokrastîk, ya ku pênaseya demokrasiya wan welatan dike, ew e ku nirx û berjewendiyên xwe bi awayekê hevseng bikin. Pênaseya welatekî demokratîk çî ye? Berovajî welatên teokratî, otokratî tan dîktatorî yan rejîmeke totalîterî? Demokrasî wate gihîştina nirx û berjewendiyên hevbeş bi hev, ew hertim nagihin hev. Derbarê nerîna min li ser Kurd, li gor min sê hokarên cuda hene bo piştevanîkirina Kurdan. Yekem, Kurd hêzeke serbazî ya hevbeşê me ne, tu rast dibêjî, hûn tenê şerker nînin, hûn tenê şerker nînin. Duyem, Kurd cemserê istiqrarê ne. Eger bi rastî nirx û berjewendiyên me wiha bin, ku Rojhilata Navîn aram û seqamgîr be, em dizanin û aşkere ye ku dîktatorî çavkaniya neseqamgîriyê ye. Demokrasî jî hertim çavkaniya aramiyê ye, wate di ware nirxan de û di warê berjewendiyan de jî pêwîst e em piştgiriya Kurdan bikin, ev hokara duyem bû, wate seqamgîriya navçeyê. Me Îsraîl heye ku ew jî cemsereke istiqrarê ye. Me Herêma Kurdistanê heye û me Rojava jî heye. Hokara sêyem; wek pêştir jî min got, îro astengiyek li cîhanê heye, astengiyeke mezin, ku renge wek pirsgirêkekê jiyana nifşên me yên apşerojê dagîr bike. Ew jî ev e ku çi bi serê îslamê tê? Îslam yan ber bi rewşenbîriyê ve diçe, reforman dike wek çawa ku ola Krîstiyanî ew yek kir, çawa ku ola Cihûtiyê ew yek kir, yan jî ber bi tundrewî û radîkalbûnê ve diçe, radîkalî wate dujeh. Refrom wate bêhneke aram bo hemû cîhanê. Ji bo ku em rûbirûyê hemû tundrewiyan bibin, ber bi rêya modernbûnê ve pêngavan bihavêjin, cîhana îslamî jî pêwîstiya wê bi hinek mînakan heye. Mînak bi wateya wê ya exlaqî na, lê belê pêwîstiya wê bi mînakekê ye daku jê re îsbat bibe ku dikare reform çê bibe. Kurdistan belge ye, belgeyeke zindî ye, ku çêdibe îslam were demokrastîkkirin. Ez nabêjim hûn Kurd taqîgeh in, hûn zêdetir in ji wê. Lê belê li welatê min bixwe li Fransayê gelek kes dipirsin, gelo îslam li gel demokrasiyê digunce? Belê yan Nexêr, Kurd bersiv e, Kurd belge ye. Çêdibe ku misilman bî, çêdibe ku misilmanekî rasteqîn bî û di heman demê de rêz li yeksaniya bo jinan jî bigirî, rêz li demokrasiyê bigrî, kêmîneyan biparêzî. Ofîseke te hebe bo parastina cihûyan, tevî ku renge li Kurdistanê cihû tinebin. Hemû ew hokar, ew hokarên ku min behsa wan kir, hem ji aliyê nirxan ve û hem jî ji aliyê berjewendiyan ve, ew hokar me araste dikin bo alîkariya Kurdan, ku em hemû hewl didin wî karî bikin, çi niha û çi pêştir û çi sibe. Me hewl daye û em dê hewl bidin.
Iraq careke din nêzîk e ku hilweşe, bi nerîna we rewş li wî welatî ber bi ku ve diçe û Kurd pêwîst e çi bike?
David Petraeus: Berî her tiştî, bi baweriya min bi ti awayî cihê têgihîştinê nîne û tiştekî gelek xirab e ku duyemîn berhemhênerê mezin ê petrolê di nava rêxistina OPEC de nikare elektrîka pêwîst ji hemwelatiyên xwe re dabîn bike. Bi heman radeyî tiştekî xirab e ku welatê du rûbaran nikare ava pêwîst a vexwarinê ji xelkê xwe re dabîn bike. Lewma bi baweriya min xwepêşanderên ser cadeyan daxwazên gelek rewa ne û mirov dikare jê fêm bike. Her ew jî sedema xwepêşandanan e. Zêdebarî hebûna gendeliyê û xizm xizmanê û dabeşkirina pile û postan li ser bingeha rêkevtina navbera aliyan û pêkhateyan. Hêviya min ev ku Ellawî, serokwezîrê raspartî, ku dive hikûmetê pêk bîne û parlamento pesend bike, ew kesek e ku ji wan kêşeyan agahdar e. Herwiha haya wî jî dilgiraniyên xwepêşanderan heye ku Iraq nêzîk e bibe parêzgeheke Îranê. Çimku bi qasekî di jêr hejmoniya Îranê de ye ku pêwîst e serweriya wê bi dest bihîne. Wate eve w hêvî ye ku heye, gelek caran li Iraqê hêvî bi zehmetî bidest tên. Wek balyoz Riyan Kroker û min jî hertim me digot, li Iraqê hemû tişt hertim zehmet e, lê bi kêmanî zehmetî baştir e ji bêhîvîtiyê. Kurd dikare çi bike? Kurd gelek tiştan dikin, yekem; Kurdek Serokomarê Iraqê ye ku hewl dide proseya pêkanîna hikûmeta nû serkevtî be. Di konferansa Munchen de min Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dît, ew jî hemû hewlan dide bo alîkariya pêkanîna hikûmetê û piştrastbûna ji wê yekê ku berjewendiyên Kurd li Bexdayê bêne berçavgirtin, ku tiştekî gelek giring e, bi berçavgirtina wê peywendiyê û giringiya çavkaniyan bo Herêma Kurdistanê. Paşê, hewldan bo bikaranîna wê bandore giring e. Bila ji bîra me neçe, ew cihê ku hemû alî li Iraqê berê xwe didin, di dema çêbûna gefê li ser wan, îca Sunne be, Şîe be yan Kurd, Hewlêr e yan jî renge Silêmanî. Li Herêma Kurdistanê, istiqrar heye, ku dibe wek mînakek nîşanî Bexdayê were dan. Tevî ku eger em dadperwer bin, bo Bexdayê astengiyên li pêşiya dewleta Iraqê gelek mezin in. Dema ku min li parêzgeha Neynewayê kar dikir, her zû ji wê yekê têgihîştim, ku ne tenê rêjeyeke mezin Erebên Sunne hene, Kurd jî hene, PDK û YNK jî li wê derê ne, Êzidî li wê derê hene, Erebên Şîe hene, Şîeyên Tirkmen hene, herwiha Şebek û Krîsytiyan. Wate Neynewa Iraqekî biçûk e, lê belê li ser asta Iraqê astengî çend qat in. Lê belê di heman demê de Iraq dewleteke ku xwedê daye wê û çavkaniyê mezin li ber destê wê hene. Di dema alîkariya Iraqê de bo avakirina kerta pîşesaziya enerjiyê, me ew yek fêm kir. Gelek şiyanên din di çendîn warên cuda de. Îradeya karkirinê heye. Hêviya min ev e Bexda bikare vê carê tiştan rast bike. Guh bide xwepêşanderên li ser cadeyan, û bikare rêyeke derketinê bibîne û ximetguzariyên bingehîn dabîn bike, desthilata qanûnê jî ferz bike. Derfetên kar dabîn bike ku pêwîst e hemû Iraqî xwedî kar bin. Dikarin wek mînak li Herêma Kurdistanê temaşe bikin û bizanin ku dikarin çi bikin bo tevahiya welat.
Çima nahêlin Kurd li Sûriyê beşdar bin di proseya siyasî ya Netewên Yekgirtî de ya li Cinêvê? Gelo Amerîkî û Ewropî bi awayekê ciddî hewl dan daku Kurd beşdar bibin?
Staphane de Mistura: Bila em bêjin beşeke Sûriyê, Sûriyeya yekgirtî
Tu heman pirsê ji min dikî, rast dibêjî, bawer dikim ku niha dikarim bersivê bidim. Dizanî, ti gumanek têde nîne ku 3.5 yan 3.8 milyon kes ji xelkê Sûriyê, ku mebesta min Kurdên Sûriyê ye, ew jî Sûrî ne, pêwîste gotineke wan jî hebe di paşeroja welatê xwe de û beşek bin ji nivîsandina destûra nû, ku pêwîst e ew destûr azadiyê ji hemû kêmîneyan û piraniyê re jî dabîn bike, ku Sunne piranî ne û Kurd jî kêmîne ne. Ne tenê Kurd, çendîn kêmîneyên din jî li Sûriyê hene. Wate ti guman di wê yekê de nîne.
Min pêştir hizir li wê yekê kiriye, ku Kurd çawan beşdar binin. Lê belê gotina te rast e, Tirkiye li dijî wê yekê bû. Tirkiyê digot, Kurd di hikûmeta Sûriyê de beşdar in, eger biryar be nûnerên wan di şanda danûstandinê de hebin, divê nûnerê wan beşek be ji şanda hikûmetê. Kurdan jî nedixwast ku beşek bin ji şanda hikûmetê. Rast e, hem Amerîka û hem jî Rûsyayê ji min re gotin, birêz de Mistura Tirkiyê razî bike daku Kurdan jî nûnerên xwe di komîteya nivîsandina destûrê de hebin. Min jî got bibihorînin, min ew gotin bi diristî bihîst? Du zilhêz daxwaz ji Netewên yekgirtî dikin, ku ji Tirkiyê re bihê gotin, karekî bike ku du zilhêz nikarin wê razî bikin? Ya rast ew tiştekî baş nebû. Bersiva min ew bû, dema ku we jî dît, Kurdan jî ew gotin bihîst, lewma gazinde nekirin. Bi her awayî be karên din ên giringtir hene. Kurdan dizanî rojekê komîteya nivîsandina destûrê dest bi karê xwe bike, wê demê Kurd jî nayên paşguhxistin.
Bi baweriya we wê demê dikarin beşdar bin?
Na, ez nabêjim dikarin beşdar bibin, lê belê pêwîst e beşdar bibin.