Putin: Tenê serbazên profesyonel tevlî operasyonê dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tekez kir ku ew ti serbazekî din ji xeynî wan serbazên profesyonel ên Artêşa Rûsyayê bo şer naşînin Ukraynayê û got: “Ew serbazên hatine şandin, têra wê yekê dikin bighin armanca xwe ku Rûsyayê plan jê re daniye.”

Roja Duşembê 7ê Adara 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotareke vîdeoyî de ragihand ku ew serbazên bo Ukraynayê hatine şandin “bi awayekî profesyonel karê xwe dikin.”

Peyama Putin hevdem e ligel 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi vê helkeftê Putin peyamek da dayîk, hevjîn, bûk û xwîşkên serbazên Rûs û daxwaz ji wan kir ku şanaziyê bi hezkiriyên xwe bikin.

Putin got, “Tekez dikim, em serbazên xwe tevlî operasyonên şer nakin û nabin. Herwiha ti serbazekî yedek jî naşînin. Armancên ku hatine diyarkirin dê tenê bi serbazên pispor bên pêkanîn. Ez piştrast im ku ew dikarin bi awayekî bi bandor garantiya aştî û asayîşa xelkê Rûsyayê bikin.”

Ev di demekê de ye ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja 24ê Sibata îsal biryara êrîşkirina bo ser Ukraynayê di bin navnîşana operasyona serbazî ya taybet de da.

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê îro derbasî roja xwe ya 13an bû.