Axios: Amerîka û Îsraîl dixwazin dest deynin ser uranyuma Îranê
Hewlêr (Rûdaw) - Hat angaştkirin ku Amerîka û Îsraîl dinirxînin ku di qonaxên bê yên êrişan de, "hêzên taybet bişînin Îranê da ku stokên uranyuma ku bi rêjeyeke bilind hatiye dewlemendkirin (meyandin) bi dest bixin."
Malpera nûçeyan a Axiosê nûçeya xwe spart 4 çavkaniyên agahdar.
Li gorî nûçeyê, Amerîka ji bo ku rê li ber Îranê bigire da ku nebe xwedî çekên nukleer, bi Îsraîlê re hinek mijaran dinirxîne.
Hêzên taybet dê bikevin nav Îranê
Hat destnîşankirin ku mijara "şandina hêzên taybet a ji bo bidestxistina stokên uranyumê" li ser maseyê ye.
Çavkaniyan diyar nekir bê ma ev operasyon dê bi hevbeşî were kirin an na.
Lê hat gotin ku ev gav tenê "dema ku ew piştrast bûn artêşa Îranê gefeke cidî nake" dikare were avêtin.
Du vebijêrkên birêvebiriya Trump
Li gorî agahiyan, birêvebiriya Donald Trump du vebijêrkan dinirxîne:
- Derxistina materyalan a ji herêmê ya bi temamî.
- Anîna pisporên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ya nav herêmê ji bo kêmkirina rêjeya dewlemendkirinê.
Hedefa din: Girava Xarkê
Li aliyê din, rayedarên birêvebiriya Trump ên ku navê wan nehat eşkerekirin, îdiayeke din jî kir.
Hat gotin ku mijara "destdanîna ser" Girava Xarkê jî tê gotûbêjkirin ku termînala herî mezin a petrolê ya Îranê ye.
Bilançoya şer giran dibe
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li ser Îranê kir.
Îranê jî bersiv da û êrişî Îsraîlê û welatên herêmê kir.
Bi taybetî Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Behreyn ku baregehên Amerîkayê li wan hene bûn hedef.
Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de li gel Rêberê Îranê Elî Xamineyî gelek berpirsên payebilind hatin kuştin.