Galeriya wêneyan

08-04-2018
11 Photos
RÛDAW

Waşington (Rûdaw) – Piştî ku li Herêma Kurdistanê 3 roj ji bo merasîma taziyeya Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat danîn, roja Şemiyê 7ê Nîsanê li Waşington a paytexta Amerîkayê jî merasîma şînê jê re hat danîn.

Herwiha îro Yekşemî 8ê Nîsana 2018ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya twîterê de peyameke spasiyê belav kir û têde ragihand: “Ez ji dil û can spasiya hemwelatiyên Kurdistan û Iraqê, dost û hevrêyên ji seranserê cîhanê dikim, bo beşdariya we di taziya birayê min ê wefatkirî de û şandina peyamên hevxamî û sersaxiyê. Piştevanî û hevsoziya wê yên birêz, cihê spasî û pêzanînê ye. Xwedê hemû aliyan biparêze.”

Dilovan Îdrîs Barzanî roja Duşemê 2ê Nîsana 2018 li bajarê Hewlêrê bi celteya dil koça dawî kiribû.