Krîza li Neteweyên Yekbûyî û vetoya Çîn û Rûsyayê
New York (Rûdaw) - Beriya biryara Trump a agirbestê, ji bo welatên Kendavê û Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî encameke dilgiran derket.
Ew projebiryara ku ji bo vekirina Tengava Hurmizê hatibû amadekirin da ku welatên Ereb karibin petrolê bifroşin û pêdiviyên xwe hawirde bikin, nehat pesendkirin.
Sedema vê yekê jî vetoya Rûsya û Çînê bû.
Serokê vê serdemê yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Ebduletîf El-Ziyanî encama dengdanê bi vî rengî eşkere kir: "11 deng 'erê', 2 deng 'na' û 2 deng jî 'bêalî' bûn."
Vetoya Çînê: "Dema wê xerab bû"
Balyozê Çînê ji Rûdawê re ragihand ku sedemeke vetoya wan dem bû.
Dengdan tenê çend demjimêran beriya dema dawî ya Trump a ji bo "nehiştina hemû şaristaniya Îranê" pêk hat.
Balyozê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Fu Kong ji bo pirsa Rûdawê bersivand:
Rûdaw: Gelo ti pêwendiya daxuyaniya Trump bi dengdana we re hebû?
Fu Kong: "Belê, her ji ber vê yekê min got dema wê gelekî xerab bû."
Behreyn: Me nekarî zêdetir taloq bikin
Divê were gotin ku Behreynê serpereştiya wê projebiryarê dikir.
Wezîrê Karên Derve yê Behrêynê Ebduletîf El-Ziyanî ji Rûdawê re eşkere kir ku çima wan nekarî biryarê zêdetir taloq bikin û got:
"Heger ez rastgo bim, me ji duşema borî ve reşnivîsa biryarê pêşkêş kiriye. Me dixwest dengdan duşema borî be, pişt re me çend caran taloq kir da ku em vê mijarê li ber çavan bigirin.
Lê em nikarin mijareke wisa girîng ku hemû cîhan pê bandordar dibe, bi tiştekî wekî 'dema guncav' ve girê bidin.
Bi dîtina min Konseya Ewlehiyê vê carê di asta berpirsyariyê de nebû lê wekî serokê dewrê, em dê vegerin û hewl bidin li ser şêwazekî nû bixebitin çimkî ev mijareke lezgîn û gelekî girîng e ku divê em çareser bikin."
Xala sereke ya nakokiyê: Bikaranîna hêzê
Wê projebiryarê destûr dida ku ji bo parastina azadiya çûyîn û hatina keştiyên hemû welatan a di Tengava Hurmizê re hêz were bikaranîn.
Ev xala sereke bû ku Çîn û Rûsya li dijî wê derketin.
Rûdawê agahî bi dest xistine ku Çîn û Rûsya li ser projebiryareke alternatîv dixebitin ji bo vekirina Hurmizê.
Balyozê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia jî ji Rûdawê re axivî.
Rûdaw: Qala wê projebiryara nû ji me re bike ku hûn li serê dixebitin, ew reşnivîsa nû çi ye?
Vassily: "Herin bibînin. Di qonaxa dawî de ye."
Girtina tengavê zêdetir zerer gihandiye Çînê ne Rûsyayê.
Rûsya xwedî rezerveke mezin a petrolê ye û bihabûna petrolê di berjewendiya wê de ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev berî dema ku wî ji Îranê re danîbû biqede ragihandibû ku ew bi mercê vekirina Tengava Hurmizê, agirbesteke dualî ya 2 hefteyî ya li gel Îranê qebûl dike.