Trump li ser agirbesta bi Îranê re hişyarî da: Dê lêpirsîna federal dest pê bike
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê xalên peymana agirbesta demkî ya bi Îranê re li pişt deriyên girtî gotûbêj bikin.
Donald Trump her wiha destnîşan kir ku gelek dezgehên medyayê yên ku li ser vê mijarê nûçeyan belav dikin, ji naveroka peymanê bi temamî agahdar nînin.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û wî "ew kes û dezgehên medyayê" kirin armanc ku xal û naveroka peymana agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de parve dikin.
Trump diyar kir ku ew kes û şirketên medyayê naveroka peymana agirbesta demkî bi temamî nizanin.
Wî da zanîn ku parvekirinên wan ên ji bo raya giştî "sextekarî" û "şarlatanî" ne.
Serokê Amerîkayê ragihand ku ew dê li ser van kes û saziyan lêpirsîneke federal bidin destpêkirin.
Trump li ser xalên agirbestê wiha got:
"Xalên peymanê yên ku ji bo Amerîkayê qebûl û bi wate ne, diyar in.
Em dê wan di dema dan û standinan de li pişt deriyên girtî nîqaş bikin.
Ev xal bingeha qebûlkirina agirbestê ji aliyê me ve pêk tînin."
Donald Trump di daxuyaniya xwe de bertekeke tund nîşanî kanala CNNê jî da ku vê dawiyê li ser xalên peymanê nûçeyên taybet belav kiribûn.
Serokê Amerîkayê anî ziman ku nûçeyên wê kanalê yên li ser vê mijarê rastiyê nîşan nadin.