Trump: Li Îranê rejîm guheriye û em dê uranyumê ji wê derê derxin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser guherînên dawî yên li Îranê û pêwendiyên her du welatan daxuyaniyên nû dan.

Trump bi tundî hişyarî da wan welatên ku çekan didin Îranê û ragihand ku ew dê ji bo Îranê cezayan sivik bikin.

"Ji sedî 50 baca gumrikê"

Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û bal kişand ser firotina çekan a ji bo Îranê.

Trump got, "Welatê ku çekên leşkerî bide Îranê, dê yekser ji sedî 50 baca gumrikê li ser hemû kel û pelên wî yên ku difiroşe Amerîkayê were danîn."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ev biryar dê yekser bikeve meriyetê û anî zimên, "Ti îstîsna û efû nebin!"

"Guherîneke berhemdar a rejîmê"

Trump di peyameke xwe ya din de jî behsa birêvebiriya nû ya Îranê kir û destnîşan kir ku Amerîka dê bi Îranê re nêzîk bixebite.

Trump got, "Me destnîşan kir ku Îranê guherîneke rejîmê ya gelekî berhemdar derbas kiriye. Amerîka dê ji nêz ve bi Îranê re bixebite."

"Meyandina uranyumê dê nebe"

Donald Trump bal kişand ser bernameya nukleerê ya Îranê jî û daxuyand ku êdî meyandina uranyumê dê nebe.

Trump wiha pê de çû, "Amerîka dê bi Îranê re bixebite û hemû 'toza' nukleerê ya ku kûr hatiye binerdkirin (ji aliyê balafirên B-2 ve) derxe û ji holê rake.

Ew der niha di bin çavdêriya pir hûr a satelitan de ye (Hêza Fezayê!). Ji roja êrişê ve tiştek nehatiye destlêdan."

"Sivikkirina cezayan"

Di dawiya daxuyaniya xwe de Trump amaje bi asayîbûna pêwendiyan kir û wisa dawî li peyama xwe anî:

"Em li ser sivikkirina baca gumrikê û cezayan bi Îranê re diaxivin û em dê biaxivin.

Li ser gelek xalên ji wan 15 xalan jixwe lihevkirin pêk hatiye. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê."