Erdogan û Trump li ser agirbesta li Îranê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan û Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de li ser agirbesta şerê li Îranê û pêşhatên dawî yên li herêmê dan û standin kirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Di vê pêwendiyê de serokên her du welatan bi giranî li ser agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de rawestiyan.
Her wiha wan pêşhatên leşkerî û siyasî yên li herêmê nirxandin.
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan kêfxweşiya xwe ya ji ber ragihandina agirbestê diyar kiriye.
"Rê neyê dayîn ku pêvajo were sabotekirin"
Erdogan wiha axivî:
“Piştî 40 rojên ku ji bo hemû cîhanê pir dijwar û bi alozî derbas bûn, ev pencereya derfetê ya du hefteyan a ku derketiye pêş, ji bo peymaneke aştiyê ya mayînde derfeteke mezin e.
Divê ev dem pir bi başî were bikaranîn û rê neyê dayîn ku ev pêvajo were sabotekirin.”
Recep Tayyîp Erdogan tekezî li ser rola welatên herêmê jî kir û destnîşan kir ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên çareseriyê yên ku li gel Pakistan û welatên din ên dost û bira tên meşandin, bi awayekî xurt bidomîne.
Ev pêwendiya serokên her du welatan piştî wê yekê hat ku Donald Trump ragihandibû ew li ser bingeha navbeynkariya Pakistanê û pêşniyara 10 xalî ya Îranê, êrişên li ser wî welatî ji bo du hefteyan rawestandine.