Pentagon: Em li dijî şandina çekan e bi aweyekî rasterast
Virginia (Rûdaw)- Piştî civîna xwe ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê, Ashton Carter bi eşkere nerazîbûna xwe li hember şandina çekan bi awayekî rasetrast ji bo Hêzên Pêşmerge anî ziman.
Karter di kongreyeke rojnamevaniyê de got: “Ez zanim ku hinek li Kongreyê dixwazin bi ser hikûmeta Iraqê re derbas bibin û bi aweyekî rasterast çekan ji bo kurdan û hin eşîrên Iraqê peyda bikin, lê Pentagon li dijî gaveke wiha ye.”
Ev daxuyaniya Karterê ku ev 3 meh in ku bûye wezîr, di demekê de ye ku Barzanî ji destpêka vê heftiyê de bi serdanekê li Amerîka ye û ligel Serokê Ameîrka Barack Obama û cîgirê wî joe Biden civiya û ew civîn bi pir serkeftî bi nav kiribûn.
Roja çaşemê, di bersiva pirseke Rûdawê de li ser şandina çekan bi awayekî rasterast ji bo Pêşmerge, Barzanî got: “Tişta ku me dît, him serok û him cîgirê serokê Amerîka gelekî li cem wan girîng e ku çek û pêwîstiyên din ên şer bigihine destê Hêzên Pêşmerge.”
Barzanî herwiha diyar kir ku, ya girîng ew çek bigihin destê Pêşmerge û çawa bigihin ew ne gellekî girîng e.
Hinek kes vê daxuyaniya Barzanî wek nerimbûnekê dibînin, li hember helwesta berê ya kurdan, ku daxwaz dikirin bi awayekî rasterast çek ji Hewlêrê re were şandin, ew jî ne tenê ji bo ku çek bi temamî bigihên, lê belê ji bo ku dereng jî negihên.
Berpirsekî kurd ku nexwest navê wî were belavkirin, duhî ji Rûdawê re ragihand: “Şandina çekan bi rêya Bexdayê, dihêle ku herê kêm 48 gihîştina alîkariyên leşkerî bo Hewlêrê dereng bikeve.”
Dijayetîkirina îdareya Obama bo şandina çekan bi awayekî rasterast, ne wek nêrîna hejmarek endamên herdu partiyan di Kongireya Amerîkayê de, ku pirojeyasayek pêşkêş kirine û daxwaz dikin ku % 25 ji alîkariyên leşkerî yên ku ji Iraqê re tên şandin, bi awayekî rasterast ji Hêzên Pêşmerge û hêzên Sunnî yên Iraqê re bên şandin.
Serokê Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Kongreya Amerîka, Mac Thornberry di projeyasayekê de, piştgiriya daxwaza Serokê Amerîkayê Barack Obama bo dana 715 milyon dolar wek hevkariya leşkerî û ewlehî bo Hikûmeta Iraqê, dike.
Herwiha Mac Thornberry pêşniyar dike ku alîkariyên ku pişka Hêzê Pêşmerge û hêzên sunneyên Iraqê bin, bi awayekî rasterast ji wan re bên şandin.
Ev projeyasaye bi 60 dengên erê û 2 dengên na di Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Kongreyê de hat pejirandin. Ji ber wê yekê jî li Iraqê bertek û nerazîbûnên tund derketin û berpirsên Iraqê yên şîe ew yek red kirin.
Lê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê wiha got: “Em dixwazin bi hevahengiyeke temam ligel Hikûmeta Iraqê çekan ji Pêşmerge re bişînin, ji ber ku Iraqeke yekparçe girîng e ji bo têkbirna DAIŞê. Herwiha eger ev yek neyê pêkanîn, dê jiyana hinek ji serbazên me bikeve nava metirsiyê de.”