WSJ: Dibe ku Amerîka û Îran dîsa li hev rûnin

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) li ser zarê hinek çavkaniyên agahdar ragihand ku dibe ku hefteya pêşiya me dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de li Îslamabada paytexta Pakistanê careke din dest pê bikin.

Rojnameyê diyar kir ku her du alî li gel navbeynkaran li ser belgeyeke yek rûpelî ya 14 xalî dixebitin.

Ev belge dê bibe bingehek ji bo dan û standinên mehekê ku armanca wan bi dawîkirina şer e.

Mijarên li ser maseyê: Nukleer û Hurmiz

Tê gotin ku di wê pêşniyarê de behsa “bernameya nukleer a Îranê”, “kêmkirina alozîyên li Tengava Hurmizê” û “îhtimala ku uranyuma dewlemendkirî ya Îranê veguhêzin welatekî din” tê kirin.

Lê belê hîn hinek mijarên sereke nehatine çareserkirin.

Mijara rakirina sizayên li ser Îranê hîn jî xaleke nakok e û dibe ku bibe sedema giranbûna dan û standinan.

Li gorî raporê, eger di van hevdîtinan de pêşketin çêbibe, her du alî dikarin bi peymaneke dualî wê demê mehekê dirêj bikin.

Aloziya li herêmê û agirbest

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir, aloziyên li herêmê zêde bûn.

Îranê bi êrişan bersiv da û li Tengava Hurmizê ya ku ji bo veguhastina petrol û gaza cîhanî rêyeke stratejîk e, astengî çêbûn.

Bi navbeynkariya Pakistanê 8ê Nîsanê agirbestek ket meriyetê lê gera pêşî ya dan û standinan a ku 11ê Nîsanê li Îslamabadê hat kirin, ji bo peymaneke mayînde bi ser neket.

Pişt re Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest bêyî diyarkirina demê dirêj kir.

Amerîkayê ji 13ê Nîsanê ve li wê rêya deryayî ya stratejîk li dijî hatin û çûna deryayî ya Îranê dest bi dorpêçekê kiriye.