Medyaya cîhanê bi vî rengî behsa serkeftina HDPê kirin

08-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di medyaya cîhanê de dengekî mezin veda. Di medyaya cîhanê de herî zêde behsa serkeftina HDPê û binketina Erdogan û AKPê hat kirin.

 

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê, ku duh hat lidarxistin, di medyaya cîhanê de jî deng veda.

 

Rojnameya û malperên almanî herî zêde behsa serkeftina HDPê û binketina Erdogan û AKPê kirin.

 

Rojnameya Die Welt manşêtek bi vî rengî li ser encamên hilbijartinên Tirkiyê avêt: “Partiya kurdan HDP, derbasî parlamentoyê bû, AKPê nekarî bi tena serê xwe bibe desthilat”.

 

Rojnameya Frankfurter Allgemein Zeitung (FAZ) jî wiha behsa encamên hilbijartinan kir: “Partiya Serokomar Erdogan nekarî bi tena serê xwe bibe desthilat. Êdî Erdogan nikare bi hêsanî behsa guhertina Destûrê bike.”

 

Rojnameya Süddeutsche Zeitung jî wiha behsa binketina Erdogan kiriye: “Wisa dihat dîtin ku di hilbijartinan de Serokomarê Tirkiyê dê bi ser keve lê li gorî encaman, ne bi van dengan dikare Destûrê bide guhertin ne jî dikare bi tena serê xwe bibe desthilat.”

 

Rojnameya Die Zeit jî wiha behsa serkeftina HDPê û binketina AKPê kiriye: “Ji ber ku partiya Kurdan HDP derbasî parlamentoyê bû AKPê nekarî dengên pêwîst ji bo avakirina hikûmetê bidest bîne.”

 

Şiroveya herî balkêş rojnameya Bîld a almanî li ser hilbijartinên Tirkiyê kiriye. Wê rojnameyê wiha behsa binketina Erdogan kiriye:

 

“AKP bin ket. Bû partiya yekemîn lê HDP derbasî parlamentoyê bû ji ber wê jî planên AKPê tevlihev bûn…”

 

Rojnameya New York Times jî behsa binketina Erdogan kiriye û wiha nivîsandiye: “Hilbijêran, ji Serokomar Erdogan re ku dixwest sîstema serokatiyê ya mîna Amerîkayê ava bike, gotin na. AKP êdî nikare bi tena serê xwe bibe desthilat.”

 

Li gorî wê rojnameya amerîkî, gemiya hêza Erdogan vê carê li erdê danî.

 

Rojnameya Wall Street Journal jî li ser hilbijartinên Tirkiyê gotiye, AKP di hilbijartinan de rastî şikestinê hat û êdî nikare bi tena serê xwe bibe desthilat.


Rojnameya brîtanî ya Guardian bi zimanekî tûjtir behsa binketina Erodgan di hilbijartinên Tirkiyê de kiriye û gotiye, “Erdogan di hilbijartinan de pir xirab kar kir û hat biçûkkirin...”


Li gorî Guardianê, hilbijartinên Tirkiyê ji bo Erdogan binketinek tehl û ji bo kurdan jî firsend û pêşdeçûnek dîrokî ye. 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst