Senegalê pêwendiyên xwe bi Qeterê re qut kir

Navenda Nûçeyan - Welatê Senegalê îro pêncşembiyê têkiliyên xwe yên bi Qeterê re birrîn.

 

Wezareta  Derve ya Senegalê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: Welatê Senegalê piştgiriyê dide Erebistana Siûdî, Îmarat, Bahrêyn û Misirê.

 

Herwiha di daxuyaniya Wezareta  Derve ya Senegalê de hatiye, ku Senegalê balyozê xwe yê bilind ê li Duhayê ji wî welatê vekişandiye.

 

Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrêyn û Misirê roja duşembiyê hemû pêwendiyên xwe bi Qeterê re qut kirin. Wan welatan dabûn xuyakirin, ku wan Qeter li dijî wan û welatên erebî tevdigere û destwerdanê di karûbarên wan de dike û piştgiriya rêxistinên terorîstî dike û berovajiyê siyasetên welatên Encumena Kendava Erebî, xwe nêzîkî Îranê dike û piştgiriya siyasetên Îranê dike.

 

Erebistana Siûdî, Îmarat û Behrêynê rêyên esmanî, bejayî û deryayî yên xwe jî li ber Qeterê girtine.

 

Herwiha piştre welatên Yemen, Lîbya, Maldîv, Morîtanya, Komor jî pêwendiyên xwe bi Qeterê re qut kirin û welatê Urdinê jî asta pêwendiyên xwe bi Duhayê re nizim kir.