Rastgirên Japonyayê li dijî Kurdan xwenîşandanan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Hinek kom û siyasetmedarên Japonyayê berî hilbijartinan li dijî Kurdên li wî welatî xwenîşandanek kir û xwest ku ji welatê wan derkevin.
Li Japonyayê dê meha Tîrmehê hilbijartin werin kirin.
Derdora 2 hezar Kurdî li wî welatî dijîn û berî hilbijartinan hinek partî û siyasetmedarên rastgir van rojên dawî xwenîşandanan li dijî koçber û penaberên Kurd ên li Japonyayê dikin û di hinek rojnameyan de Kurdan dikin armanc.
Herî dawî beşek ji endamên partiya rastgir a Japan First Party li kolanên bajarên Kawaguchi û Warabiyê li dijî Kurdan xwenîşandanek kir.
Xwenîşanderan dirûşmên wekî “Bila Kurd ji vê derê derkevin” gotin û pankartên neyasayî bilind kirin.
Rojnameger û nivîskar Îrfan Aktan ku li Japonyayê dijî û derbarê Kurdên Japonyayê pirtûkek jî nivîsiye li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku van demên dawî Kurdên Japonyayê berî hilbijartinan bûne armanca endam û alîgirên partî û komên rastgir û nijadperest ên wî welatî.
Aktan diyar kir ku ew kom dixwazin hemû pirsgirêkên 125 milyon welatiyên li Japonyayê bixin stûyê 2 hezar Kurdên li wî welatî û got:
“Wekî din, gotinên nijadperestî yên qirêj dijî koçberên Kurd bi kar tînin û ew her kêlî di bin gefa êrîşeke fîzîkî de ne.”
“Divê Hakan Fîdan berpirsyariya xwe bi cih bîne”
Piraniya Kurdên li Japonyayê ji Bakurê Kurdistanê ne û rojnamegerê Kurd Îrfan Aktan bangî aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê kir û anî ziman:
“Divê Wezareta Karên Derve û Wezîr Hakan Fîdan berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de bi cih bînin.
Bi Hikûmeta Japonyayê re bikevin pêwendiyê û ragihînin ku ew li hemberî êrişên nijadperest ên hovane li cem welatiyên xwe ne û dê çavê xwe ji qurbanîkirina wan re negirin.”
Aktan da zanîn ku Navenda Giştî ya DEM Partiyê berê ji bo destnîşankirina pirsgirêkan gelek caran li gel Balyozxaneya Japonyayê hevdîtin kiriye û şandeyeke bilind şandiye Japonyayê û da zanîn:
“Divê DEM Partî jî vê meseleyê careke din bigire dest da ku dawî li qurbanîkirina sîstematîk a ku Kurdên li Japonyayê rûbirû dibin bê anîn û hemû hewldanên pêwîst bên kirin.”
Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Meral Daniş Beştaşê jî diyar kir ku ew dê li hemberî êrişên nefretê û nîjadperest ên ku li Japonyayê li dijî Kurdan tên kirin bêdeng nemînin û diyar kir ku ew dê mijarê ji nêzîk ve bişopînin.
Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) Meral Daniş Beştaşê her wiha got:
“Em bangî rayedarên Japonyayê dikin ku di çarçoveya mafên mirovan û edaletê de li dijî êrişkarên nijadperest tedbîrên bibandor wergirin.”