AMERÎKA - Koçber rabûn ser pêyan: ‘Kesên hatine desteserkirin divê werin parastin’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amerîkayê desteserkirina hejmarek koçber bû sedema xwenîşandan û tevlîheviyê.

Hejmarek koçber li ber hêzeke ewlehiyê ya Birêvebiriya Koç û Gumrikê ya navçeya Paramountê ya bajarê Los Angelesê yê eyaleta Californiayê ya Amerîkayê rawestiyane.

Bi Îngilîzî û Spanî daxwaza berdana 43 koçberên neyasayî dikin ku hêzên federal bi armanca dersînorkirinê ew desteser kirin.

Çalakvan Angelica Salasê got:

“Xelk desteser kirine û berdewam jî tên desteserkirin.

Yên hatine desteserkirin divê parastina wan bê kirin, em jî parastina wan dikin.”

Bajarê Los Angelesê yek ji bajarên herî qerebalix ên Amerîkayê ye û navçeya Paramountê jî pirreng e.

Ji tevahiya 50 hezar niştecihên wê, zêdeyî 40 hezarê wan xelkê welatên Amerîkaya Başûr in.

Beşeke berçav a wan koçberan belgeyên wan ên fermî yên mayînê nînin.

Nerazîbûn berfireh bûne û hejmareke wan Amerîkiyên alîgirên koçberan li dijî hêzên ewlehiyê rawestiyane.

Alaya Meksîkayê bi destê dehan xwenîşanderan hatiye bilindkirin.

Li navçeyê gelek hêzên ewlehiyê hatine belavkirin.

Beşeke zêde ya wan li derdora binkeyên polîsan hatine bicihkirin ku koçberên desteserkirî li wan dimînin.

Hinek koçberan hewl da bi laşên xwe rêya otobusan bigirin ku hewl didin koçberên desteserkirî veguhêzin binkeyên din ên dûrî navçeyê.

Heta diçe alozî zêde dibin, otomobîlek li naverasta cadeya serekî hatiye şewitandin.

Hêzên ewlehiyê bi bombeyên dengî û gaza rondikrêj êrişî xwenîşanderan dikin.

Angelica Salasê her wiha anî ziman:

“Ez dixwazim hûn jî zanibin ku ti kes ji wan kampanyayên hêzên ewlehiyê li gorî lîsteyê nebûne lê hemû bi awayekî bêserûber hatine kirin.”

Trump soza dersînorkirina bikom a koçberên neyasayî daye.

Li gorî amarên nefermî nêzîkî 14 milyon koçberên neyasayî li Amerîkayê hene.

Dersînorkirina wan jî pêdivî bi kêmanî 10 sal û bi qasî trilyonek dolar xercî heye.