Yunanistan hinek koçberan digire
Dusseldorf (Rûdaw) - Yunanistan dixwaze hinek koçberên ku diçin wî welatî, du salan li zîndanan bigire.
Li gorî pêşnûmeqanûnekê ku niha di parlamentoyê de ye û Wezîrê Loçberî û Penaberiyê yê Yunanistanê naveroka wê eşkere kiriye, her koçberekî daxwaza wî ya penaberiyê li wî welatî were redkirin û her li wî welatî bimîne, dibe ku du salan were zîndanîkirin.
Ji bilî wê, ew kesên ku bi qaçaxî digihîjin wî welatî, ji 3 mehan heta 2 salan zîndan li benda wan e.
Wezîrê Loçberî û Penaberiyê yê Yunanistanê Makis Voridis ragihand ku sala 2023yan wan 74 hezar koçber desteser kirine ku mafê wan ê manê nebûye.
Ji wan 2 hezar 500 kes hatine dersînorkirin.
Wî wezîrê her wiha got ku dibe ku hinek kes heta 3 salan jî bên zîndanîkirin.
Hikumeta Yunanistanê jî diyar kir ku ew pêşnûmeqanûna ku li gorî çaverêkirinan di parlamentoyê re derbas dibe û ji vê havînê ve dê kar pê were kirin ku li gorî qanûnên nû yên Yekîtiya Ewropayê yên derbarê koçberan e.