Japonya çima mafê penaberiyê nade Kurdan û çima rastgir li dijî Kurdan in?
Hewlêr (Rûdaw) - Hinek kom û siyasetmedarên Japonyayê li dijî Kurdên li wî welatî xwenîşandanek kir û xwest ku ji welatê wan derkevin.
Her wiha hikûmeta wî welatî jî mafê penaberiyê nade Kurdan.
Li Japonyayê dê meha tîrmehê hilbijartin werin kirin.
Derdora 2 hezar Kurdî li wî welatî dijîn û berî hilbijartinan hinek partî û siyasetmedarên rastgir van rojên dawî xwenîşandanan li dijî koçber û penaberên Kurd ên li Japonyayê dikin.
Her wiha hinek rojnameyên wî welatî Kurdan dikin armanc.
Herî dawî beşek ji endamên partiya rastgir a Japan First Party li kolanên bajarên Kawaguchi û Warabiyê li dijî Kurdan xwenîşandanek kir.
Xwenîşanderan dirûşmên wekî “Bila Kurd ji vê derê derkevin” gotin û pankartên neyasayî bilind kirin.
Rojnameger û nivîskar Îrfan Aktan bû mêvanê bultena Rûdawê behsa Kurdên li Japonyayê dijîn û helwesta wî welatî ya li hemberî Kurdan kir.
2 hezar Kurd li Japonyayê dijîn
Îrfan Aktan da zanîn ku derdora 2 hezar Kurd li Japonyayê hene û piraniya wan jî salên 1990î ji bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê salên 1990î çûne.
Bi gotina Îrfan Aktan, piştî ku dewleta Tirkiyeyê deşt û zozan li Kurdên Mereşê qedexe kir, hinek kesên ji êşira Mehkaniyan çûne Japonyayê.
35 sal in Kurd çûne Japonyayê
Îrfan Aktan da zanîn ku ev 35 sal in Kurd li Japonê dijîn û wan ji bo mafê penaberiyê gelek caran serlêdan kiriye lê ti caran serlêdana wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin.
Aktan derbarê sedema vê yekê jî wiha got, “Japon pirsgirêka wekî siyasî nabînin û ew dibêjin ku pirsgirêk aborî ye.
Lê di rastiyê de pirsgirêk siyasî ye ji ber ku dewletê çûyîna zozan qedexe kir û Kurd jî neçar man koç bikin.
Dema ku dewletê çûyîna zozan qedexe kir ti rê li ber wan nema.
Niha problema sereke ew e ku hikûmeta Japonyayê û dewleta Japonyayê jî naxwaze têkiliyên xwe bi hikûmeta Tirkiyeyê re xira bike.
Ew naxwazin ji ber Kurdan pirsgirêkek derkeve.”
“Tirkiye li Kurdan xwedî dernakeve”
Ji bajarê Orduyê jî Tirk çûne Japonyayê. Dewleta Tirkiyeyê li wan xwedî derdikeve lê li Kurdan xwedî dernakeve û Kurdan wekî biyanî û pirsgirêk dibîne.”
Îrfan Aktan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku niha li Japonyayê çi mafên Kurdan nînin û ew nikarin karekî bi dilê jî bikin û tenê di karên gelekî zehmet û metirsîdar de kar peyda dikin.
Li gorî gotina Îrfan Aktan zarokên Kurdan tenê dikarin heta 8 salan biçin dibistanan.
Aktan her wiha eşkere jî kir ku niha Kurdên li Japonyayê ditirsin zarokên xwe bibin parkan û dema diçin marketekê nijadperest li dûv wan dikevin û wan aciz dikin.
#VÎDEO - Rastgirên Japonyayê li dijî Kurdan xwenîşandanan dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 8, 2025
📌 Kurd kengî çûne Japonyayê û hejmara Kurdên li Japonyayê çend e❓
📌 Sedemên xwenîşandanan çi ne❓
📌 Japonya çima mafê penaberiyê nade Kurdan❓
🎙️ Rojnameger Îrfan Aktan (@irfanaktans) ser û binê mijarê ji… pic.twitter.com/Nw4rp2VjQY