Li Kolombiyayê erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kolombiyaya ku welatekî Amerîkaya Başûr e erdhejeke bi hêza 6,3 pileyan çêbû.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdheja bi hêza 6,3 pileyan, 17 kîlometreyan li bakurrojhilatê bajarokê Paratebuenoyê yê li herêma rêveberiya Cundinamarkayê bû.

Erdhejê li kûrahiya nêzîkî 10 kîlometreyan rû da û li Bogotaya paytex û li bajarên derdorê hat hîskirin.

Navenda Jeolojîk a Kolombiyayê jî ragihand ku mezinahiya erdhejê 6,4 pile ye.

Hat diyarkirin ku erdhej bi dema herêmî li saet 08:08an qewimiye.

Li gorî ragihandina medyaya Kolombiyayê, di erdhejê de ti zererên canî û malî çênebûne.

Piştî erdheja yekem 3 erdhejên din ên mezin ên bi hêzên 4,6, 3,8 û 4,9 pileyan çêbûn.

Rayedaran ragihand ku li gundê La Europayê yê bajarokê Paratebuenoyê ku navendê erdhejê ye hinek xaniyan zerer dîtiye.

Di erdhejê de 2 kes bi sivikî birîndar bûn û qelş li rêyekê ketin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku gel bi tirs ji malên xwe derketiye.