Li Amerîkayê balafir ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Tennesseeyê ya Amerîkayê li herêma Coffee Countyê balafirek ket ku tê texmînkirin 16-20 kes tê de bûn.

Devriyeya Rêyên Tennesseeyê ragihand ku hinek birîndar bi helîkopterê birine nexweşxaneyên li derdorê.

Çavkaniyên herêmî îdia kir ku balafir li daran ketiye û dema hewldana daketina lezgîn ketiye xwarê.

“Di balafirê de 16-20 kes hebûn”

Devriyeya Rêyên Tennesseeyê li ser bûyerê got, "Agahiyên destpêkê nîşan didin ku di balafirê de 16-20 kes hebûn.

Tîman hinek birîndar bi rêya hewayî veguhastin nexweşxaneyên nêzîk."

Berpirsekî ku navê wî nehat eşkerekirin ragihand ku rêwî di balafirê de bûn da ku xwe bi paraşûtê berdin xwarê.