Galeriya wêneyan

08-07-2019
16 Photos
RÛDAW

Rûdaw - AFP

Peykerê hevjîna Donald Trump, Melenia Trump, li cihê jidayîkbûna wê hat çêkirin.

Hunermendê amerîkî Brad Downey, li bajarokê Sevnica yê Slovenyayê ku cihê jidayîkbûna wê ye, peykerekî ji darê yê Melenia Trump çêkir.

Rengê peykerê hatiye çêkirin şîn e weke rengê cilên ku Melenia Trump di dema merasîma sondxwarina Donald Trump a di sala 2017an de li xwe kiribûn e.

Ew hunermendê ku li eyaleta Kentucky a Amerîkayê dijî û ew peyker çêkir dibêje bi çêkirina wî peykerî ew dixwaze bertekên li hember regeza Melenia Trump û bertekên xelkê xwecihî yên li hemberî vî peykerî hîn bibe.

Peykerzasên xwecihî jî alikariya Downey kirine bo çêkirina peykerê Melenia.

Ew peykerê ji darê, ‘Silavdayîna First Lady a cihê ku lê jidayîk bûye’ sembolîze dike.

Li bajarokê Sevnica ku ser bi herêma Posavje ye û serjimara wê 5 hezar e, bi saya Melenia Trump, daxwaza ji bo berhemên xwecihî yên mîna çîkolata, çay, pasta û tiştên din zêde bûye.