Amadehiyên hevdîtina Putin û Trump tên kirin

Moskow (Rûdaw) - Li Moskowê amadehiyên hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump tên kirin.

Heta destpêka vê hefteyê jî qet ne dihat texmînkirin ku di demekî nêzîk de di pêwendiyên Moskow û Washingtonê de bi pêşveçûnek rû bide.

Lewre, Serokê Amerîkayê hefteya borî ultîmatom dabû Moskowê ku ger heta 8 Tebaxê ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê gav nayê avtin, ew dê cezayên herî giran li  ser Rûsyayê bisepîne. 

Eşkereye ku destpêşxeriya hevdîtinê ji Moskowê çûye.

“Qadeke ji bo lihevkirinê heye”

Serokê Encumena Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Andrey Kortunov got:

“Ez bawer nakim ku Serok Putin ji ber givaşên Serok Trump dê ji pêgehên xwe yên prensîpiyal gavan bi paş de biavêje.

Lê ez dikarim bi dilniyayî bêjim ku qadeke ji bo lihevkirinê heye.

Ji bo Putin, bidawîanîna şer tê wateya nehîştina tevaya sedemên vî şerî.

Lê ji bo Trump, bidawîanîna şer, bi giranî tê wateya rawestandina çalakiyên leşkerî li ser hêlê eniyê.

Û divê her du alî di vir de li hev bikin.  Lê her çi be jî  her lihevkirinê ku çareseriya mayînde ne hebîne, ji bo Rûsyayê kêm dimîne. ”

Piştî hevdîtina Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Stive Whitkoff bi Putin re û bi belavbûna agahiyên ku di demekî nêzîk de hevdîtina Putin û Trump pêk were, endeksa Borsaya Moskowê ji sedî 5 zêde bû û gihîşt asta herî bilind a di heyama du mehên dawî de.

Lê pispor bawer nakin ku cezayên li ser Rûsyayê hatine sepandin, di demekî nêz de werin rakirin.

“Vê gavê rakirina cezayan nayê payîn”

Akademisyen, pisporê bazirganî û aboriya navneteweyî Aleksandr Guşin jî got:

“Bi nêrîna min, vê gavê rakirina cezayan nayê payîn, tevî ku hevdîtina lîderan êdî hatiye ragihandin.

Lê dibe ku di demên pêş de hin bipêveçûn di vî warî de pêkan bin.

Her wiha bi nêrîna min, çareseriyeke lezgîn di şerê Ukraynayê de jî nayê payîn.

Lewre şerê han pir jeopolîtîzîze bûye yan ku gelek arîşeyên giran ên di navbera Yekîtiya Ewropa, NATO û Rûsyayê de  jî pê ve hatine girêdan.

Loma jî ez nikarim bêjim ku di demekî nêzîk de guherînên zû hebin.”

Hat zanîn ku Whitkoff di hevdîtina li gel Putin de pêşniyara hevdîtina sêalî ya di navbera Putin, Trump û Zelenskyy de jî kiriye lê Moskowê ev yek bê şîrove hiştiye.

Jêderên nêzî Kremîlnê dibêjin, ev mijar dê di encamê hevdîtina Putin û Trump de misoger bibe.