Herdu şaredariyên Hewlêr û Parîs dibin ‘destebira’
Parîs (Rûdaw) – Li Parîsa konferasekê şaredariyên 100 bajarên navneteweyî beşdarî bikin tê lidarxistin û Şaredariya Hewlêrê ji bo wê konferansê tê vexwendin.
Serokê Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ragihand, ew dixebtin da ku herdu şaredariyên Hewlêr û Parîs bibin “destebira” û got, ewê Şaredariya Hewlêrê ji bo konfrasa li Parîsê ya şaredariyên bajarên navneteweyî bivexwînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendina fermî ya ji aliyê Serokomarê Fransayê François Hollande duh çû Parisî.
Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Fransa û hevdîtinên li gel rayedarên pilebilind ên wî welatî de, bi Wezîrê Parastina Fransa Jean-Yves Le Drian re û Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo civiya.
Di hevdîtinê de Hidalgo behsa serdana Hewlêrê kir û got: “Em dixwazin ji bo dirustkirina bingeha aboriya Hewlêrê û Kurdistanê bibin alîkar.”
Barzanî amaje kir ku Hidalgo cihê dosta Kurdan Danielle Mitterrand digre.