EWROPA - Daxwazên mafê penaberiyê yên Sûriyeyiyan kêm bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Li çend welatên Ewropayê daxwazên mafê penaberiyê yên Sûriyeyiyan îsal li gorî par kêm bûne.
Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê (EUAA) ragihand ku şeş mehên destpêka îsal, Sûriyeyiyan li welatên Yekîtiya Ewropayê wekî Norwêc û Swîsreyê 25 hezar daxwazên penaberiyê pêşkêş kirine.
Ev hejmar li gorî heman dema par, ji sedî 66 kêmtir e.
Ji ber kêmbûna serlêdanên Sûriyeyiyan, hejmara giştî ya daxwazên penaberiyê li Yekîtiya Ewropayê li gorî par ji sedî 23 kêm bûye.
Yekîtiya Ewropayê ji 27 welatan pêk tê lê dema Norwêc û Swîsre jî tevlî dibin jê re "EU+" tê gotin.
Sedem guherîna desthilatê li Sûriyeyê ye
Ajansê îro di raporekê de ragihand ku ev kêmbûna berbiçav ne ji ber guhertinên siyasî yên li EU+yê ye û rûxandina desthilata Beşar Esed wekî sedem nîşan da.
Li gorî ajansê, "Ji ber ku rayedarên nû yên Sûriyeyê ji bo aramî û avadankirinê bang dikin, niha gelek Sûriyeyiyên koçber hêvî dikin ku vegerin û cihên xwe ji nû ve ava bikin."
Sûriyeyî di rêza sêyem de ne
Sûriyeyiyên ku demeke dirêj di rêza yekem de bûn, niha piştî Venezuelayiyan û Efxanistaniyan di rêza sêyem de ne.
Li gorî raporê, berê Almanya hedefa sereke ya penaxwazan bû lê niha Spanya û Fransa zêdetir tên tercîhkirin.
Bi giştî welatên EU+ di şeş mehên destpêka îsal de 399 hezar daxwazên penaberiyê wergirtine.
Venezuelayiyên ku ji ber aloziyên aborî û siyasî yên li welatê xwe direvin, 49 hezar serlêdan kirine.
Bruksel ji vê kêmbûnê kêfxweş e.
Yekîtiya Ewropayê dixwaze koçberiyê sînordar bike, bi taybetî piştî zêdebûna dengên rastgirên radîkal ên li welatên endam.