Amerîka: Me dest bi ser 92 pêgehên elektronî yê Îranê de girt

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Amrîkayê ragihandiye, wan dest bi ser 92 pêgehên elektronî de girtine ku bi awayekî ne yasayî ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve û bi armanca têkdana raya giştî hatibûn bikaranîn.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê belav kiriye, 4 ji wan malperên elektronî dihat xuyakirin ku çavkaniya nûçeyên rast bin lê di rastiyê de, ew ji aliyê Supaya Pasdaran ve dihatin kontrolkirin û armanca wan belavkirina propagandeya Îranê bû da ku bi rêya wê yekê bandorê li ser siyaseta navxwe û derve ya Amerîka bike.

Polîsê Fedralî yê Amerîka ragihandiye, wan dest daniye ser 92 pêgehên elektronî ku di kampîneke têkdana rastiyan de beşdar bûn û ji aliyê kesên li nava Îranê dihatin birêvebirin.

Polîsê Federalî herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku kompaniya Google derbarê wan 92 pêgehan de zanayrî dane wan û wan jî bi hevbeşî li gel kompaniyên Google, Facebook û Twitterê karîne lêkolîn û lidûvçûnan bikin.

Alîkarê Wezîrê Dadê yê Amerîkayê yê bo karûbarên asayişa niştimanî, John Demers ragihandiye, “em dê berdewam bin li ser bikaranîna tevahiya amrazên xwe ji bo ku em rê nedin Îran bi awayekî xirab kompaniyên amerîkî û medyaya civakî bi kar bîne ji bo belavkirina propagandayan bi nihênî, hewldan bo çêkirina bandorê li ser xelkê Amerîkayê bi şêweyekê nihênî û çandina tovê nakokiyê.”