Li Amerîkayê êrişa çekdarî
Navenda Nûçeyan - Li eyaleta Californiya ya Amerîka êrîşa çekdarî birin ser barekê û di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya polîsên dayî Los Angeles Tîmesê, êrîşa çekdarî birin ser bareke bi navê Borderline Bar & Grîll a li Thousand Oaksa 60 kîlomêtre li rojavayê Los Angelesê.
Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 30 gule hatin berdab, gelek kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê û tîmên bihawarçûna bilez derbasî cihê bûyerê bûn, ji gel hat xwestin ku ji herêmê dûr bisekinin.