Hewlêr (Rûdaw) - Şûnwarê dîrokî yê Nemrûd ku li başûrê Mûsilê ye, di sala 2014ê de piştî ku DAIŞê dest danî ser, ew teqand û kêm eserên têde rizgar bûn. Lê firotina yek ji peykerên herî navdar ê nav şûnwarê Nemrûd li New Yorkê di firotineke azad de, bûye sedema acizbûna xelkê navçeyê, bi taybetî Aşûrî, Kildanî û Suryaniyan.
Peykerê Ashurnasirpalê Duyem, 31 Cotmeha îsal bi 30 milyon û 968 hezar û 750 dolaran ji aliyê sermayedarekî ve hat kirîn. Endamekî berê yê Parlamentoya Iraqê ku Xirîstiyan e, behsa çawahiya veguhestina wî şûnwarê dîrokî dike.
Parlamenterê Berê yê Iraqê Josef Sleve dibêje: “Bi rêya Qeterê ve, çendîn xelkê Ewropî bi alîkariya xelkê Iraqê çûye derve. Weke ku me bihîst Wezareta Dad a Amerîkayê dozek vekiriye, ji ber ku ev tiştekî ne rewa ye.
Rêveberê Mûzexaneya Suryanî li Herêma Kurdistanê Klîdo Remzî jî bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku "Firotina şûnwarê Nemrûd di firotineke azad de bo hemû Aşûrî, Kildanî û Suryaniyekî nûçeyeke nexweş bû."
Nemrûd keleheke qedîm a Aşûrî Kildanî bû, cihê wê 33 kîlometre dikeve başûrê Mûsilê, di 2014ê de DAIŞê piştî dest danî ser teqand. DAIŞê ligel kêmîneyên wek Kurdên Êzdî û Mesîhî, şûnwarên wan ên qedîm jî kirin armanc.
Hatina DAIŞê bû sedema derbiderbûna 400 hezar Mesîhî bo Herêma Kurdistanê û nêzîka nîvê Mesîhiyan Iraq bicîh hiştin. Niha beşa zêde ya Mesîhiyan an çûne derveyî welat an jî vegeriyane ser mal û milkên xwe, lê heta niha 100 hezar ji wan jî li Herêma Kurdistanê di nava aştî û aramiyê de dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse