Stranbêjê Brezîlyayî bi geza pîrebokê mir
Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê Brezîlyayî Darlyn Morais ji ber geza pîrebokê canê xwe ji dest da.
Roja înê pîrebokekê rûyê Darlyn Morais ê 28 salî gez kiribû.
Darlyn roja duşemê, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.
Hevjîna Darlyn Morais, Jhullyenny Lisboayê diyar kir ku pîrebokê keça Daryln jî gez kiriye û ew hîn li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Li gorî rojnameya Daily Mailê, Jhullyenny Lisboayê diyar kiriye ku laşê Morais piştî geza pîrebokê sist bûye û cihê gezê reng guhertiye.
Hat diyarkirin ku alerjiya Morais bi pîrebokan hebûye û ji ber wê miriye.
Darlyn Morais di 15 saliya xwe de dest bi kariyera xwe ya muzîkê kir û berê xwe da cureya forroyê.
Wî muzîka kevneşopî ya Brezîlyayê li ser amûrên wekî akordion, zabumba û sêgoşeya metal çêkir.
Darlyn bi birayek û hevalekî xwe re endamê komeke sê kesî bû.
Pismamê Morais, Wesleya Silva ji kanala Brezîlyayê G1 re axivî û got:
“Her tim hevalên wî li derdora wî bûn. Her tim kêfxweş bû. Rûken bû. Dilekî wî yê mezin hebû.”