Kurdên li Fînlandayê li çareseriyê digerin: Çima nav û wêneyê Kurdan neyînî ne?

Dusseldorf - Li Fînlandyayê akademîsyen û diyasporaya Kurdan a li wî welatî li ser pirsgirêka "wêneyê kirêt ê Kurdan" û çareseriyên wê gotûbêjek pêk anî.

Nivîskar û civaknas Dr. Rêbiwar Kerîmî ku semîner birêve dibir bû mêvanê bernameya Diyasporayê û behsa naverok û encamên semînarê kir.

Dr. Rêbiwar Kerîmî amaje bi wê yekê kir ku pêwîstiya vê mijarê bi gotûbêjeke berdewam heye, ji ber ku wêneyê neteweyî tiştekî dînamîk e û bi berdewamî diguhere.

Rêbiwar Kerîmî her wiha eşkere kir ku fikra vê semînarê ji projeyeke hikûmeta Fînlandayê ya 20 sal berê hatiye wergirtin.

Di wê projeyê de komeke bi serokatiya Jorma Ollilayê (Serokê berê yê Kompanyaya Nokia yê) li ser wêneyê Fînlandyayê li cîhanê dixebitîn.

Rêbiwar Kerîmî teqez kir ku mebest ji "wêne" ne tenê aliyên xweşik in, belkî girtina tevahiya wêne yê bi xweşî û nexweşiyên wê ve ye.

Rêbiwar Kerîmî got, "Em wekî neteweyekê bi berdewamî mijara axaftina xelkê ne, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li diyasporayê."

Semînar li ser du mijarên serekî rawestiya:

Pêvajoya navxweyî ya teşegirtina nasnameya kolektîf a Kurdan li diyasporayê.

Têkiliya Kurdan bi welatên ku tê de dijîn re û nêrîna medyaya wan welatan.

Dr. Merîwan Wirya Qani û Dr. Mîna Elî jî di nav pisporên beşdar de bûn.

Dr. Rêbiwar Kerîmî amaje pê kir ku yek ji encamên sereke yên semînarê ew bû ku medya li Rojava pirsgirêkên neyînî mezin dike û carinan rewşên takekesî wekî taybetmendiya komekê nîşan dide.

Çareseriyên pêşniyarkirî

Ji bo rûbirûbûna vê rewşê, di semînarê de çend xalên girîng hatin destnîşankirin ku ew jî wisa ne:

  • Axaftina bi berpirsên Fînlandayî re: Hinek berpirsên Fînlandayî yên ku bi koçberan re kar dikin, ji bo semînarê hatin vexwendin da ku guh bidin pirsgirêk û nêrînên Kurdan.

     

  • Nîşandana pirrengiya civaka Kurd: Yek ji armancan ew bû ku Fînlandayî bibînin civaka Kurd civakeke pirreng e û ne pêkan e di çarçoveya wêneyekî nexweş de bê komkirin.

 

  • Bipêşxistina çanda diyalogê: Semînarê teqezî li ser bipêşxistina çanda diyalogê di nava Kurdan bi xwe de û bi Fînlandiyan re kir, bi mebesta dîtina çareseriyê ji bo wan wêneyên neyînî.
  • Rêbiwar Kerîmî behsa çîroka hin ciwanên Kurd ên di hêza deryayî ya Fînlandayê de kir û serbilindiya xwe anî zimên.

Rêbiwar Kerîmî di heman demê de dilgiraniya xwe jî anî zimên ku "Kurdê herî navdar ê Fînlandayê"xortek e ku ji ber tawanên xwe tê naskirin.

Her wiha ev yek jî nîşan dide ku medya zêdetir balê dikişîne ser aliyên neyînî.