Li Almanyayê nîqaşeke germ li ser vegerandina koçberan heye

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê, mijara vegerandina koçberên ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bûye sedema gengeşeyeke germ di nava hikûmet û raya giştî de.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz bi awayekî eşkere daxwaza dersînorkirinê dike û ji bo gotûbêjkirina vê mijarê serokê Sûriyeyê Ehmed Şer vexwendiye Berlînê.

Şer bi dawî bûye divê koçber vegerin

Friedrich Merz di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi dawî bûye û êdî sedemek ji bo mayîna koçberan li Almanyayê nemaye.

Serokwezîrê Almanyayê wiha axivî:

"Destpêkê em ê wan kesên ku tawan kirine dersînorî Sûriyeyê bikin, ev yek hatiye plankirin.

Me serokê Sûriyeyê Ehmed Şer vexwendiye Almanyayê û ez ê pê re li ser vê mijarê biaxivim. Ez dixwazim careke din bibêjim, şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi dawî bûye.

Niha ti sedem ji bo koçberiya li Almanyayê nemaye. Loma niha em dikarin dest bi dersînorkirinê bikin.

Vêga divê beşeke mezin a koçberên Sûriyeyê vegerin û beşdarî jinûveavakirinê bibin.

Bêyî wan kesan avedankirin ne mumkin e û ew kesên ku vegerê red dikin, bê guman em ê di demeke nêz de wan dersînor bikin."

Amarên fermî çi dibêjin?

Li gorî bersiveke nivîskî ya Daîreya Koç û Koçberan a Almanyayê ji bo pirsa Rûdawê, 9 mehên îsal tenê 19,245 kesên ji Sûriyeyê li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye ku ji wan 6,204 kes Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.

Her wiha, tenê 10,545 welatiyên Sûriyeyî li Almanyayê hene ku li gorî yasayên koçberiyê divê Almanyayê biterikînin.

Parlamenterê Kurd: Metirsiya li ser Kurdan kêm e

Parlamenterê Kurd ê Almanyayê yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Serdar Yuksel diyar kir ku divê zêde tirs neyê kirin û metirsiya vegerandinê bi taybetî li ser hinek koman e.

Serdar Yuksel wiha got:

"Yê ku li vir tawaneke mezin kiribe û mafê wî yê mayînê yê misoger jî nebe, dersînorkirin wan li xwe digire.

Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê derbarê du dosyeyan de ev biryar daye. Yên ku nû tên an niha daxwaza mafê penaberiyê dikin, şansekî wan ê pir kêm heye.

Lê eger ser bi kêmneteweyan bin, wekî nimûne Kurd, Durzî yan Şîe ku Îslamî gefan li wan dixwin, dê mafekî wan ê parastinê yê biçûk hebe."

Gava yekem: Destpêkirina geştên asmanî

Li gorî amarên fermî, zêdetirî milyonek welatiyên Sûriyeyê li Almanyayê dijîn.

Hatin û çûna di navbera şandeyên kompanyayên asmanî yên Almanya Sûriyeyê de zemînê amade dike ku piştî sersala nû geştên di navbera Berlîn û Şamê de dest pê bikin.

Ev yek jî weke gava yekem a destpêkirina proseya dersînorkirina welatiyên Sûriyeyê tê dîtin.