BO CARA YEKEM - Rûsya ji Behra Spî ve êrişî DAIŞê kir!

08-12-2015
RÛDAW
Nîşan Rostov-on-Don Gemiya jêravî Deryaya Spî Roket Rûsya Sûriye DAIŞ
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rûsya ji Behra Spî ve dest bi êrişên xwe bo ser binkeyên DAIŞê kir.

 

Li gor agahiyan Rûsya îşev bo cara yekemîn ji Deryaya Spî ve êrişî rêxistina DAIŞê kir.

 

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, gemiyên leşekrî yên Rûsya ku li Deryaya Spî ne, bi roketan êrişî navendên DAIŞê li Sûriyê kirin.

 

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Bergirî yê Rûsya Sergey Shouigu derbarê êrişên li dijî DAIŞê de agahî dane Serokê Rûsya Vladimir Putin.

 

Sergey Shouigu ji Putin re gotiye, ku gemiyên leşkerî yên Rûsya bi roketên doravêj yên ji cûrê 3M-54 navendên DAIŞê kirine armanc.

 

Roket ji gemiya jêravî ya Rostov-on-Don hatine avêtin, ku berî heyamekê bo berdewamîdan bi operasyonên Rûsya li Sûriyê derbasî nav Deryaya Spî bibû û li nêzîkî beravên Sûriyê bicih bibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst