Koçberên li Yunanê: Em di kampê de hatine jibîrkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên li Kampa “Kara Tepe” ya li Girava Lesbos a Yunanî diyar dikin, weke ku li wê derê hatine jibîrkirin.
Berî çend rojan jî, Papayê Vatîkanê bi serdanekê li wê derê bû, û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku guhdaneke baştir bi koçber û penaberan bike.
Berî salekê, weke çareyeke demkî, ev kamp hate damezrandin, lê rewşa jiyana xelkê li wê derê gelekî zehmet e. Esmaya 42 salî, ku koçbereke Iraqî ye, li kampê di konteynereke biçûk de dijî.
Koçbereke Iraqî ya li Kampa Kara Tepe Esma got “Ez dixwazim ji vê derê herim, êdî bes e ev du sal in ez li vê derê me, dixwazim vê derê bicih bihêlim.”
Koçberên ji Sûriye, Iraq, Efganistan û Bakurê Afrîkayê li jiyaneke xweştir digerin. Nirfaya 14 salî ligel sedan zarokên din, li vê kampê dijîn, dixwazin di zûtirîn dem de jê derkevin.
Koçbera li Kampa Kara Tepe Nirfa dibêje “Kamp ne baş e. Ev du sal in li vê derê me, avrêjin gelekî xirab in. Dema berpirsên kampê bihîst ku Papayê Vatîkanê tê vê derê, wan dest bi pakirinê kir. Hatin odeya min û gotin divê tu cihê xwe pak bikî.”
Berê li vê kampê, kon hebûn, rastî ba û bahozan dibûn, lê aniha konteyner hene, û li şûna 7 hezar kesî di destpêkê de, aniha nêzîkî 22 hezar nişteciyî li wê derê dijîn.
Xelkê li Kampa Kara Tepe pêşbînî dikir ku serdana Papa Fransis bandoreke erênî li ser rewşa wan bike, soz jî dabû ku hejmarekê ji wan koçberan bibe Romayê.
Sala 2016an jî Papa serdana vê giravê kiribû û careke din daxwaza alîkariya koçberan kir, lê tevî wê yekê jî, hêj hêviyeke rasterqîne li cem nişteciyên kampê peyda nebûye, ku ew ê bigihêjin armanca xwe, ku ew jî rojavayê Ewropa ye.