Trump: Zelenskyy projeya aştiyê nexwendiye

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku ew ji Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy "hinekî bê hêvî" bûye, ji ber ku girîngî nedaye wê plana ku ji bo bidawîanîna şerê bi Rûsyayê re hatiye amadekirin û plan nexwendiye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li ser xaliya sor a merasîma xelatên Navenda Kennedyê di bersiva pirsa rojnamegeran de got:

"Em bi Serok Putin re axivîn, em bi serkirdeyên Ukraynayê re jî axivîn, di nav wan de Serok Zelenskyy jî heye.

Divê ez vê bibêjim ku ez hinekî bê hêvî bûm ku Serok Zelenskyy heta çend demjimêran beriya niha jî pêşniyar nexwendiye."

Dan û standina di navbera berpirsên Amerîka û Ukraynayê de ya bi beşdariya Zelenskyy roja şemiyê bêyî encameke diyar bi dawî hat.

Her çi qasî Zelensky pêbendbûna xwe ya ji bo encamdana gotûbêjên zêdetir bi arasteya "aştiya rasteqîn" dubare kiribe jî encameke darîçav derneket.

Ew gotûbêj piştî wê yekê hatin ku nûnerên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner li Koşka Kremlînê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyan û Moskowê beşek ji pêşniyara Amerîkayê red kir.

Plana Amerîkayê ji meha borî ve hatiye pêşkêşkirin.

Rexne lê tê girtin ku li hemberî Rûsyayê gelekî "nerm e."