Amerîka dronên Îranê teqlîd dike
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ji bo ku li Rojhilata Navîn bersiva êrişên Îran û komên girêdayî wê bide, stratejiya xwe guherand.
Pentagonê bi kopîkirina dronên "Şahid" ên Îranê dest bi hilberîna dronên xwe yên kamîkaze yên "erzan û bibandor" kir.
Li gorî raporên medyaya Amerîkayê, zêdebûna êrişên dronan ên li ser baregehên Amerîkayê yên li herêmê di du salên dawî de, Washington neçar kiriye ku planeke nû ya parastinê amade bike.
"Pêvedana Dûpişkê"
Hilberîna van dronên erzan ji aliyê yekeyeke taybet a di bin banê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) de tê birêvebirin.
Navê vê yekeyê wekî "Hêza Peywira Pêvedana Dûpişkê" (Scorpion Sting) hatiye diyarkirin.
Rayedarekî Pentagonê eşkere kir ku endezyarên leşkerî dronên "Şahid" ên Îranê yên ku hatine bidestxistin lêkolîn dikin û bi rêbaza "endezyariya berevajî" van amûran hildiberînin.
"Hevsengiya mesrefê diguhere"
Sedema vê guherîna stratejiyê, zêdebûna aloziya li herêmê ya piştî êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan e.
Rayedarekî Amerîkî ji CNNê re diyar kir ku bikaranîna sîstemên parastinê yên bi milyonan dolaran li dijî dronên erzan ên Îranê ne domdar e.
Hat diyarkirin ku mesrefê her droneke nû ya "kopîkirî" nêzîkî 35 hezar dolaran e ku ev jî li gorî dronên bipêşketî yên Amerîkayê pir kêm e.