Erdhejeke bi hêza 7,6 pileyan Japonya hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên herêma Misawayê ya Japonyayê erdhejeke bi hêza 7,6 pileyan rû da.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê, 73 kîlometre li bakurê rojhilatê herêma Misawayê ya eyaleta Aomoriyê ye.

"Hişyariya tsunamiyê"

Erdheja ku di kûrahiya 53 kîlometreyan de hatiye qeydkirin bû sedema tirsê.

Rayedarên Japonyayê piştî erdheja bi hêza 7,6 pileyan, hişyariya tsunamiyê da.

Heta niha derbarê zererên canî yan madî ti agahî nehatine dayîn.