Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şikesta DAIŞê li Iraqê û Sûriyê, Yekîtiya Ewropayê her weke Amerîka û welaêtn din ên cîhanê piştgiriya xwe bo Bexdayê nîşan da û stratejiyeke nû derbarê Iraqê û Herêma Kurdistanê de aşkere kir.
Li Bruksel a navenda sereke ya Yekîtiya Ewropayê, stratejiya nû ya wê yekîtiyê li hember Iraqê hat gotûbêjkiirn û 27 welatên yekîtiyê piştî gotûbêjan stratejiya nû ya xwe li hember Iraqê pesend kirin.
Di wê stratejiya nû de, Yekîtiya Ewropayê tekezî li ser yekparçbûna xaka Iraqê û giringiya destpêkirina gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dike.
Komîsyona Yekîtiya Ewropa di daxuyaniyekê de ragihand, ku pêşniyarên heyî balê dikşînin ser wê yekê ku niha jî û di pêşerojê de jî bo demeke dirêj dê Yekîtiya Ewropa piştgiriya hikûmeta Iraqê bike.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogherînî da xuyakirin, ku piştî têkbirina DAIŞê niha Iraq derbasî qonaxeke dîrokî bûye û pêwîst e bi beşdariya tevahiya pêkhateyan bê avedankirin, mafên bingehîn bêne parastin, yasa serdest be û divê piştgiriya navdewletî ji Iraqê re berdewam be.
Herwiha komîsarê Yekîtia Ewropayê Yê Bo Alîkariya Navdewletî jî ragihand, ew dê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyan, daku careke din Iraq ava bibe.
Stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropa derbarê Iraqê de ji çend xalan pêk tê:
1- Parastina yekîtî û serwerî û yekparçeyiya Iraqê
2 - Piştgiriya hewlên Iraqê bo bidestxistina sîstemeke hevseng, berpirsyar û demokratîk di rêvebirina welat de
3 - Pêşxistina aboriyeke pir alî û demdirêj li Iraqê li ser bingeha zanyariyan
4 - Bihêzkirina nasnameya niştîmanî ya Iraqê û aştbûna nîştimanî di navbera pêkhateyan de
5 - Pêşxistina sîstemeke dadweriyê ya serbixwe û bi bandor
6 - Çareserkirina pirsgirêkên koçberan
7 - Piştevaniya li pêşxistina peywendiyên başên Iraqê li gel welatên cîran
Ji aliyekê din ve Herêma Kurdistanê jî beşeke giring a stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê ya li hember Iraqê pêk aniye. Yekîtiya Ewropayê di stratejiya xwe de şikestina DAIŞê vegerandiye bo hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya Iraqê.
Cihê Kurdistanê di stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê de:
1 - Handana Herêma Kurdistanê û Bexdayê bo zîndîkirina rihê hevkariyê di navbera wan de
2 - Çareserkirina xalên nakok ên demdirêj di navbera her du aliyan de
3 - Derkirina biryaran li ser pirsgirêkên petrolê û dabeşkirina dahatê
4 - Çareserkirina pirsgirêka deverên nakokî li ser bi rêya gotûbêjan li ser bingeha Destûr û berpirsatiya hevbeş û mafê her du aliyan.
5 - Gotûbêja berdewam li ser arîşeyên hilawîstî di çarçoveya Destûrê de.
6 - Çêkirina pêwendiyeke bihêz ku her du alî pê razî bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse