Li Efxanistanê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuûtin

09-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efxanistanê, fermandeyekî mezin ê DAIŞê û komek çekdarên wî di encama êrişa balafirên bêpîlot ên Amerîkayê de hatin kuştin.

Li gorî nûçeya BBC, Rêveberiya Asayişa Millî ya Efxanistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku îro danê êvarê li eyaleta Hilmendê ya Efxistanê fermandeyê DAIŞê yê bi navê Mela Ebdulreûf û 5 çekdarên wî hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Mela Ebdulrefû û çekdarên pê re di encama êrişa balafirên bêpîlot ên Amerîkayê de hatine kuştin.

Li gorî şahidbên bûyerê, ew fermandeyê DAIŞê û komek çekdar bi otomobîlê diçûn cihekî lê rastî êrişa balafirên şer ên bêpîlot hatin û hemû hatin kuştin.

Mela Ebdulreûf beriya ku tevlî DAIŞê bibe, yek ji fermandeyên mezin ên rêxistina Taliban bû lê piştî ku di navbera wî û rayedarên Taliban de nakokî derket, tevlî DAIŞê bû.

Wî fermandeyê berê yê Taliban, bi rêya vîdyoyekê re bi serkirdê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî re “bêyet” kiribû, Bexdadî jî bêyeta wî qebûl kiribû.

Ev yekemîn fermandeyê DAIŞê ye li Efxanistanê tê kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst