FLAŞ / Herêma ewle li Sûriyê tê damezrandin - Amerîka û Tirkiye planê amade dikin!

10-02-2017
Rûdaw
Sûriye li ser nexşe
Sûriye li ser nexşe
Nîşan Sûriye Herêma ewle Amerîka Tirkiye
A+ A-

New Yrok (Rûdaw) – Kêmtir ji 24 saetan piştî pêwendiya telefonî ya navbera Trump û Erdogan, zanyariyên ji dîplomatên welatan ên li Netewên Yekbûyî amaje  bi wê yekê dikin, ku gotûbêjên fermî derbarê avakirina herêma ewle li Sûriyê dest pê bûne. Herwiha hin agahî behsa lihevkirina Amerîka û Tirkiyê li ser wê mijarê dikin.

 

Balyozê Brîtanya li Neteweyên Yekbûyî Peter Wilson di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re aşkere kir, ku gotûbêjên fermî derbarê avakirina herêma ewle li Sûriyê dest pê kiriye.

 

Peter Wlison ji Peyamnêrê Rûdawê re got: “Niha li ser asta siyasî gotûbê li ser vê mijarê heye û paşê me dê daxuyaniyek li ser hebe. Lê belê ez niha ji te re nabêjim gotûbêj li ser çi ne, di dema xwe de, em dê ji we re bêjin”.

 

Lê belê li gorî dîplomatan, heta niha ji bilî Tirkiyê, ti welatekî din planeke taybet û bi hûrgiliyan ve ji bo damezrandina herêma ewle di nava axa Sûriyê de amade nekiriye.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Wezareta Derve ya Amerîka niha li ser amadekirina plana avakirina herêma ewle kar dike û Washington û Eneqerê li serê wê pirsê li hev kirine.

 

 

Roja pênşemiyê 9ê sibata 2017ê, Serokê saziya îstixbarata navendî ya Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya serdaneke fermî de, gihîşt Tirkiyê û li Enqerê bi hevtayê xwe yê Serokê MITê Hakan Fîdan û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re muzakereyan dike.

 

Mijara avakirina wê herêmê, yek ji girîngtirîn babetan e ku dê li Enqerê di navbera rêvebirê nû yê saziya îstîxbarata navendî ya Amerîkayê (CIA) Mice Pompeo û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de were gotûbêjkirin.

 

Herwiha mijara alîkariyên Amerîka ji bo YPGê dê yek ji mijarên li pêş ên gotûbêjên di navbera her du aliyên amerîkî û tirkiyeyî de be.

 

Di heyama 2 hefteyên bihorî de, Rûdawê ligel dîplomatên hemû welatên têkildarî wê mijarê, axiviye û daxuyanî ji wan wergirtiye. Wan dîplomatan tekezî li ser 2 xalan kirin:

 

“1 – Bi damezrandina herêma ewlhe, niha Wezareta Derve ya Amerîkayê bo amadekirina planekê lezûbezê dike.

 

2  - Rûsya ji wê yekê ditirse ku herêma ewle bibe hincetek bo hatina dehan hezar leşkerên Amerîkayê bo nava Sûriyê”.

 

Ji bo pêkanîna herêma ewle li Sûriyê, dubarekirina ezmûna herêma dijefirînê û hêla 36 derece ya li Iraqê, ku di salên 1990î de li bakurê Iraqê pêk hat.

 

Balyozê Swêdê li Netewên Yekbûyî Olof Skoog di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em gerek vê carê ji ezmûnên serkevtî yên berê fêr bibin, weke ezmûna herêma aram a li bakurê Iraqê, wê dema ku herêma dijefirînê hat danîn û bi şêweyekê hikûmeta Iraqê jî qebûl kir”.

 

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, Îran li dijî pêşniyara pêkanîna herêma  ewle li Sûriyê ye. Hejmarek dîplomatên welatên nêzîkî Tehranê dibêjin, nabe ku ezmûna hêla 36 derce ya li Iraqê ji bo damezrandina herêma ewle li Sûriyê dubare bibe.

 

Li gorî agahiyan, Îran ji wê yekê ditirse ku avakirina herêma ewle di nava axa Sûriyê de, bibe sedema damezrandina herêmeke din a kurdî li deverê.

 

Balyozê Iraqê yê li Netewên Yekbûyî, Mihemed Hekîm jî ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Em ji bo Sûriyê bi çareseriyeke seranserî re ne, ne çareseriyeke parçe parçekirinê. Çareseriya seranserî jî yanê parastina yekparçeyiya xaka Sûriyê û garantîkirina mafên hemû sûriyan û ji wan jî yên kêmîneyan”.

 

Di sala 1991an de, Fransa projeya damrzrandina herêma aram û dijefirîn li Iraqê amade kir û pêşkêşî Encumena Asayişa Navdewletî kir.

 

Balyozê Fransa li Netewên Yekbûyî François Delattre ji Rûdawê re diyar kir: “Gelek zehmet e ezmûna Iraqê li gel Sûriyê raberî hev bihê kirin, çimku du rewşên cuda ne. Divê em ligel amerîkiyan, netewên yekbûyî û aliyên din, gotûbêj li ser bihê kirin”.

 

Li gorî çavkaniyekî dplomatîk, derbarê herêma ewle û rola şervanên YPGê li Sûriyê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotiye, ku hûrgiliyên wan mijaran bi berpirsê nû yê CIAyê re behs bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst