Îlham Ehmed: Em neçar bûn berê xwe bidin Moskow û Şamê
Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed dibêje, berpirsên Rêveberiya Xweser ji neçarî berê xwe dane Moskow û Şamê daku di parastina navçeyên jêr desthilata wan de bibin hevkar.
Îlham Ehmed di vê derbarê de ji medya Amerîkî re got: "Li gor me ne ev senaryo baş e û ne jî kêfa me jêre tê. Eger em li ser sînorên xwe hêzê bidin rejîmê, wê demê tê wateya şikestina wê projeya demokrasiyê ku me karî bingehê wê deynin. Em hatin neçarkirin an tank û bombebarankirina esmanî ya Tirkiyê qebûl bikin an hêzên rejîmê li ser sînorê navbera me û Tirkiyê bicîh bikin."
Derbarê hebûna artêşa Sûriyê de li ser sînorê navbera HSD û Tirkiyê, Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk got: "Ev tişta herî dawî ye ku dixwazin bibînin, ji ber em dixwazin di karkirina li ser projeya xwe ya demokrasiyê de berdewam bin."
Îlham Ehmed li ser bandorên biryara Serokê Amerîkayê bo vekişîna hêzên wan ji Sûriyê jî axifî û got: "Di meseleya vekişîna ji nişka ya Amerîkayê de, em xwe wiha dibînin ku dimînin bi tenê. Mebesta min ew e divê em çareseriyekê bo xelkê xwe bibînin. Lewra em ligel Rûsan axifîn û me daxwaz ji wan kir vê peyamê bighînin rejîma Esed."
Îlham Ehmed da zanîn ku peyam ew bû, eger Rûsya rê bide hêzên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê li ser sînor bên bicîhkirin, ew pêngav dibe sedema rawestandina gefên Tirkiyê û got: "Di pirsa vekişîna Amerîkayê de, mijara herî girîng bo me ew e, garantiya wê yekê hebe ku navçeya me nekeve ber êrîşên ti kesekî û hevbeşên Amerîkayê ji aliyê ti kesekî ve rûbirûyê kuştinê nabin."