Li Efxanistanê 2 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Efxanistanê di operasyonekê de ji ber derketina pevçûnê 3 leşkerên Amerîkayî û yek jî Efxanî hatin kuştin. Herwiha 6 leşkerên Amerîkî û 3 leşkerên Efxanî jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, li herêma Nargarhara Rojhilat a Efxanistanê li dijî leşkerên Amerîkayî û yên Efxan gule hatin berdab.
Berdevkê Yekîneyên Amerîkayên yên li Efxanistanê Col. Sonny Leggett destnîşan kir ku li herêma Nargarhara di dema operasyonê de leşkerekî Efxanî gule berdena leşlerên Amerîkî û Efxanî.
Di encama bûyerê de li wê derê 2 leşkerên Amerîkî û 6 leşkerên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve Waliyê Nangarharê Şêx Mahmûd Miyahîl jî diyar kir ku di encama êrişê de leşkerîkî Efxanî canê xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.
Miyahî herwiha da zanîn ku derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.