Li Nîjeryayê qeza, 30 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kanoyê ya Nîjeryayê di qezayeke trafîkê de 30 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Kanoyê, li herêma Kwanar Bardeyê otobuseke rêwiyan ji ber ajotina bêserûber qulibiye.
Di qezayê de 30 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Parêzgarê Kanoyê Abba Yûsif qeza bi rengê “dilşewat” û “windahiyeke mezin” bi nav kir û sersaxî ji malbatên miriyan re xwest.
Wî bangî ajokaran kir ku bi baldarî biajon û pêbendî rêzikên trafîkê bibin.