Li Koreya Başûr helîkopter ket, 2 leşker mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gyeonggiyê ya Koreya Başûr helîkoptereke leşkerî ket û du kesên tê de mirin.

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê, helîkoptereke leşkerî ya cureyê "AH-1S Cobra" ji bo perwerdeya firînê ji Gyeonggiyê rabûbû.

Helîkopter di dema perwerdeyê de li bajarê Gapyeongê yê nêzîkî paytext Seulê ketiye xwarê.

Berpirsan diyar kir ku du leşkerên di helîkopterê de mirine û hat ragihandin ku di qezayê de ti şewat an teqîn çênebûye.

Berpirsan her wiha da zanîn ku sedema teqez a qezayê dê piştî lêkolînê zelal bibe.