Mehmed Emîn Bozarslan koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar, zimanzan û alimê Kurd Mehmed Emîn Bozarslan li Swêdê koça dawî kir.

Keça Mehmed Emîn Bozarslan a bi navê Aycan Şermîn ragihand ku bavê wê li bajarê Uppsalayê yê Swêdê koça dawî kiriye.

Aycan Şermînê da zanîn ku li gorî wesiyeta bavê wê, merasîma binaxkirinê dê tenê bi amadebûna endamên malbatê were lidarxistin.

Her wiha hat ragihandin ku merasîma sersaxiyê (şîn) dê li bajarê Uppsalaya Swêdê bê danîn û bangî li dost û hevalan hat kirin ku dikarin beşdar bibin.

Mehmed Emîn Bozarslan sala 1935an li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye.

Mehmed Emîn Bozarslan li ser edebiyat û zimanê Kurdî bi dehan pirtûk nivîsandine.

Agahiyên derbarê merasîmê de wiha ne:

Dem: 11ê Sibatê, saet 13:00 – 16:00

Cih: Stabby Prästgård

Navnîşan: Staby backe 1, Uppsala

Mehmed Emîn Bozarslan

Mehmed Emîn Bozarslan, sala 1935an li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye.

Piştî xwendina xwe temam kiriye dest bi meletiyê kiriye.

Pişt re li wê herema ku ji dayîk bûye, dest bi miftîtiyê kiriye.

Li ser doza Kurdan û Kurdistanê bi Tirkî gelek berhem nivîsandine.

Pirtûka ewil a Bozarslan a bi Kurdî, “Alfabe” ye.

Alfabe sala 1968an li Stenbolê hatiye çapkirin.

Ev pirtûk her wiha, yekemîn pirtûka alfabeyê ye ku bi tîpên Latînî li Tirkiyeyê hatiye çapkirin.

Bozarslan ji bilî Alfabeyê, Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî wergerandibû Tirkî û ev pirtûk jî, sala 1968an li gel Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê ji aliyê Weşanên Hasatê ve hatibû çapkirin.

Her du xebatên Bozarslan, ji hêla dozgerên Amed û Stenbolê ve tavilê hatin komkirin û Bozarslan hat girtin.

Ew bi îdiaya “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiyeyê û sazkirina dewleteke Kurdan” dihat tohmetbarkirin.

Dozgerê Amedê sala 1979an Alfabe û Mem û Zîna ku Bozarslan wergerandibû Tirkî, wekî “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiyeyê” bi nav kiribûn.

Doza Alfabeyê heta sala 1974an berdewam kir.

Bozarslan piştî girtin û dozan sala 1979an derket derveyî welêt, li Swêdê bi cih bû û xebatên xwe li wir domandin.

Di nava xebatên DDKOyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyeyê (PDK-T) de cih girt.

Li ser rastnivîsîn û ferhengnivîsîna Kurdî bi bi dehan berhem nivîsandine.