Neteweyên Yekbûyî: Em talanên li Kobaniyê lêkolîn dikin

New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Rûdawê re ragihand ku ew li ser îdiayên talankirina gundên Kobaniyê lêkolînê dikin.

Neteweyên yekbûyî her wiha hat diyar kir ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hîn jî 160 hezar kes koçber in.

Li gorî zanyariyên tîmên NYyê yên li qadê, piştî peymana 30ê Kanûna Paşîn, şer û pevçûnên li Heleb, Hisîça û Reqayê kêm bûne.

160 hezar koçber

Heta 3yê Sibatê nêzîkî 160 hezar kes hîn jî koçber in.

Her çi qas di gihandina alîkariyan de başbûn hebe jî astengiyên mezin didomin.

Qutbûna elektrîkê bandorê li sîstemên şandina avê dike.

Xetên telefonê qut dibin, dabînkirina xwarinê sînordar in û li gelek deveran pêvajoya perwerdeyê hîn rawestiyaye.

154 barhilgir alîkarî

Di navbera 25ê Kanûna Paşîn û 5ê vê mehê de, hevkarên Neteweyên Yekbûyî ji bo şandina 10 karwanên alîkariyê ji bo Qamişlo û Kobaniyê asankarî kiriye.

Ev karwan ji 154 barhilgiran pêk dihatin ku alîkariyên mirovî tê de hebûn.

Bi giştî alîkarî gihîştiye zêdetirî 190 hezar kesî li 83 cihên cuda.

Alîkarî ji xwarin, derman, pêdiviyên zivistanê û kel û pelên sereke pêk dihatin.

Lehiya li Îdlibê

Li aliyê din, barana zêde ya ji şemiyê ve li hinek deverên Îdlibê û bakurê Laziqiyeyê bû sedema lehiyeke dijwar.

Vê lehiyê bandor li jiyana zêdetirî 5 hezar koçberan kir.

Nêzîkî hezar û 800 konan zerer dît û 150 kon bi temamî wêran bûn.

Her wiha lehiyê nexweşxaneyeke xwecihî da girtin û nexweş hatin veguhastin.

Tîmên gerok ên bijîşkî li herêmê hatin bicihkirin. Aliyên pêwendîdar sitargehên giştî vekirine.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdula ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric re rewşa Kobaniyê pirsî.

Rûdaw: Li gorî raporên medyaya xwecihî, nêzîkî 70 gundên Kobaniyê û derdora wê rastî talankirineke berfireh û wêrankirina xaniyan hatine. Gelo tîmên we dikarin van îdiayan piştrast bikin? Hûn ji bo parastina sivîlan çi dikin?

Stephane Dujarric: Baş e, em li ser van îdiayan disekinin û dişopînin. Ez bawer dikim ku tenê hebûna mirovî ya NYyê bi hêviya Xwedê dê bibe alîkar ji bo dabînkirina astekê ji parastinê. Her wiha em hinek xizmetguzariyan pêşkêş dikin ku sivîl dikarin werin û şahidiya xwe bidin.

Rûdaw: Gelo wan talankirineke berfireh dîtiye?

Stephane Dujarric: Ew zanyarî negihîştiye min. Ev nayê wê wateyê ku rû nedaye yan rû daye; tenê ew zanyarî li ber destê min nîne.